STENBOL - Li Erzinganê, Keşîşxaneya Sûrp Dirtadê li ser 16 gundiyan hat tapokirin. Serokê Komeleya Kêmjimarên Ermenî Azîz Dagci, anî ziman ku dewletê dêr li gundiyan parve kiriye û wiha got: "Niha heke em bixwazin biçin li dêrê îbadetê bikin, divê ne ji dewletê ji xwediyên tapoyê destûrê bixwazin."
Keşîxaneya Sûrp Dirtadê ku li gundê Tortanê yê navçeya Kamah a Erzinganê ye, ji sala 2005'an ve bi navê "Dêra Tortanê" wek qada sîtê hat tescîlkirin û paşê bi êrîşên defingeran re ket rojevê. Li ser bertekan, hat hînbûn ku di qeydên tapoyê yên 23'yê Gulana 2017'an ên Gerînendetiya Tapo ya Kamahê Keşîşxaneya Sûrp Dirtadê li ser navê Yûsûf Dundar, Mehmet Dundar û Riza Demîrbaş hatiye qeydkirin. Piştî ku her sê kes jiyana xwe ji dest dane, keşîşxane li ser navê 16 kesên ku mîratgirê wan her sê kesên mirine hatiye qeydkirin.
Navê 16 mîratgirên ku keşîşxane li ser navê wan hatiye qeydkirin wiha ne: Aşure Erdogan, Nazli Tuncer, Murat Tunç, İbrahim Tunç, Arif Tuncer, Mehmet Tuncer, Recep Tuncer, Niyazi Kaçmaz, Zeyni Demirbaş, Huru Demirbaş, Pelul Demirbaş, Mustafa Demirbaş, Yilmaz Demirbaş, Huseyin Demirbaş, Gulsum Demirbaş, Riza Daniş.
'KES NIKARE DÊRÊ LI SER NAVÊ XWE TAPO BIKE'
Serokê Komeleya Kêmjimarên Ermenî Azîz Dagci, anî ziman ku li gor Qanûna Weqfan divê dêr ên kêmjimaran bin û wiha got: "Kes nikare dêrê li ser navê xwe tapo bike. Heke ermenî weqf an jî komeleyekê ava bikin, dikarin vê dêrê li ser tapoya xwe qeyd bikin. Mesela em ferz bikin ermeniyek tenê maye û yên din miribin, ew kes dikare dêrê li ser navê xwe tapo bike. Lê belê wek ku tê dîtin em ermenî li vir in, lê belê tapo li ser navê hin kesên din hatiye çêkirin."
‘JI BO ÎBAADETÊ DIVÊ EM DESTÛRÊ JI GUNDIYAN BIXWAZIN'
Dadgci wiha axivî: "Dewlet dêra me li gundiyan belav kiriye û bi vê yekê tê xwestin ku bê tunekirin. Hema bêje hatiye tunekirin. Niha heke em bixwazin biçin li dêrê îbadetê bikin, divê ne ji dewletê ji xwediyên tapoyê destûrê bixwazin. Heke xwediyên tapoyê destûrê nedin, em nikarin têkevin hundurê wê. Li gor Qanûna Medeniyê tapo li ser navê kê be raye jî di dest wî/ê de ye."
Dagci, behsa mafên ku bi Peymana Lozanê ji bo kêmjimaran hatine dayîn kir û wiha domand: "Kêmjimar, nikarin sûdê ji mafên ku bi madeya 42'yemîn a Peymana Lozanê ji bo wan hatine dayîn wergirin. A rast dewlet Lozanê nas nake. Dibêje 'Ji bo te dêr mêr tune ye, biner min dêr da gundiyan.'"
‘PMME'YÊ NAS NAKE'
Dagci, anî ziman ku bi vê yekê tê xwestin ku ew gundiyan rûberî hev bibin. Dagci, diyar kir ku di piraniya bersivên ku ji bo wan tên dayîn de tê diyarkirin ku divê em destûrê ji şexsan wergirin û wiha got: "Ji ber li ser navê şexsan tapo kiriye ne hûn dikarin biçin îbadetê bikin ne jî tadîlatê bikin."
Dagci, dest nîşan kir ku cihên olî li ser navên kesan nayên tapokirin û wiha axivî: "Mizgefta ku cihê îbadeta misilmana ye aîdî Karên Diyanetê ye. Yên me jî aîdî weqf û komeleyên ku ji aliyê welatiyên ermenî yên hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê ne. Yên me aîdî patrîkxaneyê ne. Yanî nikare vê îstîmlaq bike. Dema bike jî ew çax Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) nas nake. Yanî Lozanê nas nake."
‘CANÊ ME BISTÎNE LÊ DÊRA ME NESTÎNE'
Dagci, anî ziman ku bi vî awayî cihên wan ên îbadetê tên xespkirin û wiha dest nîşan kir: "Tu canê me bistîne, lê dêrên me nestîne." Dagci, balê kişand ser nîqaşên dêr û goristanên suryaniyên ku tê xwestin dewrî Serokatiya Karên Diyanetê bên kirin û wiha axivî: "Welatiyên me yên suryanî jî bi heman aqûbetê re rû bi rû ne. Çimkî hat xwestin ku dêrên wan dewrî Serokatiya Karên Diyanetê bên kirin. Li ser bertekan, dubare dewrî Xezîneyê hatin kirin. Wek me tê xwestin ku dêr û goristanên wan bên tunekirin."
Dagci, bang li Patrîkxaneya Ermenî û her kesî kir, da bi hestiyarî tevbigerin. Dagci, anî ziman ku ew ê li dewletê û gundiyan dozê vebikin.
Sadiye Eser - dihaber