4 car in li Geverê goristan tên çêkirin

COLEMÊRG -Li Geverê, di nav 2 salan de ji aliyê hêzên dewletê ve 4 caran goristan hatin xerakirin. Her ku goristan hatin xerakirin, welatiyên herêmê dubare goristan ava kirin.

Di şerê ku du salên dawî de li Kurdistanê tê kirin de, hêzên dewletê gelek caran êrîşî goristanan kirin û ev êrîşên wan ên li hemberî goristanan hîn jî didomin. Goristanên li gunda bi bombebaranan tên xerakirin û yên li navçe an jî bajaran jî bi tevlîbûna tîmên teybet bi kemçeyan tên xerakirin û texrîbkirin. Li navçeya Gever a Colemêrgê ku di 13'ê Adara 2016'an de qedexeya derketina derve hat îlankirin de şehîdgehên li Taxa Orman û Bajirgehê, 4 caran bi êrîşên leşker û polîsan re rû bi rû man. Li goristanan gorên endamên HPG/YJA-STAR,YPG,YPJ û mamoste Suleyman Aksû ku ji bo jinûveavakirina Kobaniyê dema li navçeya Pirsûsê ya Rihayê daxuyanî didan di êrîşek bombeyî de tevî 32 hevalên xwe hate qetilkirin jî heye.

GORISTANÊN KU 4 CARAN HATIN XERAKIRIN 4 CARAN JÎ HATIN AVAKIRIN

Gelê Geverê ku li hemberî van êrîşên li dijî goristanan 3 caran goristanên xwe çêkirin, careke din jî goristanên xwe avakirin. Welatiyên Taxa Ormanê goristana ku di 28 Nîsanê de polîsan êrîşî wê kiribû û li ser gorîçeyan "leş" hatibû nivîsandin, dubare duristkirin. Welatiyên ku derdora goran duristkirin tepsîya hineyê ku ji bo miriyên xwe datînin ser gorê care 4'emin danîn ser goran. Welatiyên ku ser goran bi gul û çîçekan xemilandin, anîn ziman ku goristan pir texrîb bûne, lê ew ê dîwarê derdora goristanê jî çê bikin.

Welatiyên bi navê Îslam Kurt diyar kir ku yên taxa wan xerakirine êrîşî miriyên wan jî kirine, lê belê li hemberî êrişan wan tim goristanên xwe ji nû ve çêkirine. Kurt anî ziman ku ew ê li dijî hovîtiya ku gora xera dike li ber xwe bidin û banga piştevaniyê kir.