Dê roja komkujiyê wan ji kampê derbixin

MÊRDÎN – Di 3’emîn salvegera komkujiya li ser civaka êzîdî yên Şengalê de 4 welatiyên êzidî şevê din ji Kampa AFAD’ê ya Midyatê bi darê zorê hatin derxistin. Hat zanîn ku dê 50 welatiyên din jî roja 3’ê Tebaxê ji kampê bên derxistin.

Rêveberiya Kampa AFAD’ê ya li navçeya Midyata Mêrdînê di salvegera 3’emîn a komkujiya Şengalê welatiyên êzîdî yên li kampê hatin bicihkirin biryar dan ku gelek welatiyan ji kapmê derbixin. Piştî ku DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin bi hezaran êzîdî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin, bi sedan hatin qetilkirin û bi deh hezaran êzidî koçî Rojava, Başûr û Bakûrê Kuristanê kirin. Nêzî 500 welatiyên êzidî li kampa AFAD’ê ya Midyatê hatin cihkirin û nêzî 1000 kes jî li Kampa Amedê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibûn bihckirin.

KOMKUJÎ Û KOÇBERÎ LI PEY HEV

Piştî ku di 1’ê mijdara 2016’an qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, di 5’ê çileya 2017’an de êzîdiyên li kampa Amedê hatin derxistin û ew birin kampa AFAD’ê ya Midyatê. Dema ku welatiyên êzidî ji Amedê anîn Midyatê wê demê hinek kesên pêwîstiya wan ji derve heyî nehatin qeydkirin. Hinek kes ji bo zarokên wan ên li Başûrê Kurdistanê mane bînin, hinek ji bo miriyên wan an jî nexweşên wan hene neçar mabûn di wê dîrokê de li kampê amede nebin. Ji hezar welatiyên ji Amedê birin Midyadê nêzî 50 welatî wê demê ne amede bûn.

DI SALVEGERÊ DE DÊ BERÊ WAN BIDIN KOÇBERÎ YE

Ew 50 welatiyên pişt re li kampê hatin bicihkirin niha jî di salvegera komkujiya Şengalê de rayedarên kampê di saetên şevê de di destpêkê de 4 welatiyan ji kampê derxistin. Welatiyên hatin derxistin li gel welatiyên suryaniyên Midyadê bicih bûn. Hat zanîn ku dê 50 welatiyên din jî roja 3’ê Tebaxê an go roja salvegera komkujiya Şengalê ji kampê bên derxistin.

'ME AVÊTIN DERVE'

Her çar kesên ku ji kampê hatin avêtin nêzî 3 kilometre ji kampê meşiyan heta Parka Şelale ya li navenda Midyadê. Kesên hatîn avêtin bertek nîşanî kirinên berpirsyarên kampê dan û wiha gotin: “Me vê şevê ji kampê avêtin derve. Ne pere bi me re heye ne jî cihê em biçinê. Zarokên me di hindir de ne, me jî ji kampê derxistin.”

Welatiyan da zanîn ku li gel bêlgeya wan a mayîna kampê hebû jî ji aliyê rayedarên kampê ve hatine derxistin û rayedarên kampê ji welatiyan re wiha gotine: “Biçin ji xwe re bêlgeyên cih mayîna kampê çêbikin.”

ÊZÎDIYÊN LI KAMPÊ DI NAVA ŞERTÊN GIRAN DE DIJÎN


Di qampê de erebê ji Sûriye hatine û êzîdiyên ji Şengalê hatine bi hevre dimînin. Tenê têlek di navbera wan de heye. Êzîdiyê bi navê H. K diyar kir ku jinên ereban ebayê reş li xwe dikin, her cara ew wan dibînin jin û zarokên wan ên di destê DAÎŞ’ê de tên bîra wan û wiha axivî: “Dema zarokên me ketin destê DAÎŞ’ê wan jî cilên reş li zarokên me kirin. Her cara em ebayên reş dibînin em wan kêliyan dijîn. Em êdî naxwazin li gel gelên misilman bijîn, ji ber hertim wan em qetilkirine. Ji bo derdorê Şengalê jî misilmanin em naxwazin vegerin Şengalê. ”

NEXWEŞ NAYÊN DERMANKRINI

Êzîdiyê bi navê C. E da zanîn ku dema ew nexweş dibin ancax di nava 3 rojan de dor digihe wan caran jî bi mehan li benda dorê dimînin û wiha axivî: “Destê min ji cih derket ez bi rojan man li benda tedawiyê. Erebên Sûriyeyî bê pere tên dermankirin, em bi pire. Em ji sedî 40 heqê derman didin. Ji xwe mehê serê kesekî 100 tl didinê. Em nizanin bidin derman, bidin xwarin, yan jî bidin cil an bidin şîrê zarokan.” Mînaka herî mezin ji bo vê kesê bi navê Hasan Mirad di 31’ê gulanê de ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest dayî û pişt re jî AFAD’ê mirina nepejirandibû. Mirad ji ber ku pere yên wan tune bûn nexweşxaneya Dewletê ya Batmanê ew tedawî nekiribû. "

BI XWE KURDÎ DIPEYÎVIN, ZIMANÊ PERWERDÊ BI EREBÎ Û TIRKIYE

Dîsa yek ji mijarên ku bala mirov dikişîne jî sîstema perwerdehiyê ye. Perwerdehiya zarokan bi zimanê erebî û turkiye. Êzidiyê bi navê F. Ş da zanîn ku ew kurdin, bi kurdî dixivin lê bi du zimanên biyanî perwerdehiyê dibînin û wiha pêde çû: “Ji bo ku em li Turiye yê ne me zimanê turkî fêm kir, lê ev çi erebiye?”

Êzîdî tevî hemû pirsgirêkan ji bo ji kampê neyên derxistin ditirsin pirsgirêkên xwe bi derdorê re parve bikin.