Li dijî tundiyê odeya girtigehê şewitand

ENQERE - Girtiyê li Girtîgehae Sîlîvrî Ulaş Gunaçan, li dijî binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehê odeya xwe şewitand. Di serlêdana ÎHD'ê de hat diyar kirin ku Gunaçan bi rêk û pêk rastî tuniyê hatiye.

Girtiyên li Girtîgeha Silivrî yên serî li Şaxa ÎHD'ê dan, zext û tundiya li girtîgehê parve kirin. Girtiyan bi riya parêzerên xwe serî li ÎHD'ê dan û di serlêdanê de diyar kirin ku girtî Ulaş Gunaçan ji ber zextên li ser wî tên meşandin odeya xwe şewitandiye. Girtiyan anîn ziman ku gerdiyan gefan li wan dixwin û ewlehiya wan tune ye. Girtiyên li Girtîgeha Hêjmar 2 a tîpa L a Sîlivrî, anîn ziman ku rayedarên girtigehê keyfî nêzî wan dibin û neheqiyên giran li wan dikin.

Girtiyan anîn ziman ku di 20'ê Tîrmehê de dema li qada hevpar rûniştibûn, gerdiyanek hatiye şikabeya navberê pîvana wê girtiye û xwestiye bi hesip wê camê bigire. Girtî li djî vê yekê derketin û niqaş derket. Girtiyan xwestin bi rayedar re bi axivin. Piştî sergardiyan hat di navbera sergardiyan û girtiyan de niqaş derket. Herî dawî gardiyanan şibake bi hesin girtin.

HUCREYA XWE ŞEWITAND

Girtiyan, da zanîn ku girtî Ulaş Gunaçan ji ber zextên zêde hucreya xwe şewitand û wiha gotin: Piştî zext zêde bûn û şibakeya navberêjî hat girtin, zextên gerdiyanan li ser wan zêde bûn. Ji ber van zextên zêde Gunaçan hucreya xwe şewitand. Piştî bûyere gardiyanan dest û piyê wî li pişt wî kelepçe kirin û birin odeya sînger. Kelepçe li destê wî jinandin û li odeya sînger îşkence lê kirin. Cilê wî jê kirin û di nava ava qirêj de dirêj kirin. Çend caran birin hucreyê û birin odeya sînger û îşkence lê kirin. Piştî îşkenceyê ew avêtin hucreya yek kesî û li hucreyê dîsa li wî dane. Heta 21'ê Tîrmeha dubare berdewam kir. Bi şev jî li ser hesinê hucreyê razandine. Ulaş, di 21'ê Tîrmehê saet di 15.00'an de dîsa birin odeya wî. Hemû alav û amûrên wî tev desteser kirin. Nivînen wî jî desteser kirin. Niha bê nivîn li odeyê tê girtin û hemû alavên wî ji wî stendine.

Di serlêdanê de parêzer jî diyar kir ku wî di 21'ê Tîrmehê saet di 18.00'an de bi Ulaş Gunaçan re hevdîtin kiriye û wiha got: "Li ruyê wî û parsuyê wî şopa lê lêdanê hebûn. Reş û şîn bûbû. Li erdê dirêj kiribûn û bi pêhnan lê xistibûn. Kelepçe ters girê dabûn. Li gorî gotina wî birine nexweşxaneşê û rapora darpkirinê dane wî."