Ji bo hişyariyê li Girtigeha Tîpa T a Aliaga ketin grevê

ENQERE – 10 girtiyên siyasî li Girtîgeha Tîpa T a Alîaga Îzmirê ji bo hişyariyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

10 girtiyên siyasî li Girtîgeha Tîpa T a Alîaga Îzmirê ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan û zextên li ser wan tên meşandin û rayedarên girtîgehê hişyar bikin dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtî Sedat Karadag, nameyek ji ÎHD'ê re şand û diyar kir ku 10 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnêkirine.
Girtî Karadag dinameyê de qala binpêkirinan kir û wiha got:

* Hefteyê herî kêm 10 saet mafê me yê çandî û sporê heye. Lê ev mafê me tê asteng kirin.
* Bi navê lêgerînê em rastî lêgerîna zirav tên û rastî tacîzê tên. Dest davêjin her derê me.
*Li gorî xala 62'an em xwedî mafin ji weşanan sûdê bigirin. Lê ev mafê me ji destê me hatiye girtin.
* Mafê me yê revîrê ji destê me hatiye girtin.
* Em sewqî nexweşxaneyan nayên kirin. Hevalên me yên nexweşiyên wan giran jî nabin nexweşxaneyan.
* Li rêziknameya girtîgehê de tê diyar kirin ku mafê mase, sandelye heye lê ev mafê me nayê dayîn.
* Li odeyên 3 kesî yên li gorî Tîpa F hatiye avakirin 10 kes tên hiştin.
* Tevî ku îdare dizane malbatên me li bajarên kurdan ku dûrin dimîne jî dîsa hevdîtina vekirî û girtî saet di 08.30’an de tê kirin.

Tevî ku me xwest bi riya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin jî daxwazên me nehatin bersivadin. Ji bo hişyariyê Sedat Karadag, Vedat Çelîk û Agit Guneş dest bi greva birçîbûnê kirine.