ÊLIH – Li Êlihê Bedriye Başak a koçer li dijî polîtîkaya qeyûmê ku dixwaze koçeran ji bajêr derbixin li berxwe dide. Başak li nav bajêr hem çanda koçeriyê didomîne û hem jî bi hiriya mihan debarê dike.
Li bajarên heremê polîtîkaya qedexekirina zozanan û pişaftina li dijî koçeran tu demê kêm nebûye. Her tim çanda koçeriyê di hedefa êrîşên dewletê de ye. Bi taybetî jî yek ji bajarên ku herî zêde deriyên xwe ji koçberiyê re vekiriye jî Êlih e. Gelek koçerên bajarên derdorê bi nifûsek zêde koçberî Êlihê bûne. Yek ji van koçeran jî ya ku koçber bûye Bedriye Başak û malbata xwe ne. Bedriye Başak (45) ji ber qedexekirina zozanan, şewitandina gund û çiyayan 30 sal berî niha ji Sîpanê Xelatê koçî Êlihê kir û li taxa Gapê bi cih bûn. Başak li Êlihê çanda koçeriyê dide jiyîn. Ji kar û rûyê Bedriye bêrîkirina jiyana zozanan xwe dide der û li bajêr jî bi xwedî kirina sewalan vê kurmê bêrîkirina xwe ya zoznan dişkêne. Bedriye hemû pêdiviyên mala xwe jî bi firotina hiriya mihan pêk tîne û debara xwe pê dike.
Başak destnîşan kir ku dewletê bi darê zorê di salên 90’an de ji zozanên wan derxistin û wiha got: “Niha jî qeyûm heman pêkanînên koçberiyê li ser me ferz dike. Wê demê şewitandin niha jî qeyûm me koçber dike.”
‘DEBARA MALBATÊ PÊ DIKIM’
Başak çanda koçeriyê û yek ji cewheriya koçeriya hiriyê nade jibîr kirin û ji hiriyê lihêf, balîf û ben çêdike. Başak wiha behsa birîna hiriyê kir: “Di mehên havînê de ji bo ku li mihên me germ nebe û zerikî nebin em hiriya wan di qusînin. Vê hiriyê ewil em tînin malê û pişt re dişon. Li ser xênî û li şaneşînan em ziwa dikin. Piştî ziwabûnê em hiriyê şiv dikin û ji hev difirikînin. Em hiriyê ji hev vediqetînin, em dikin balîf, lihêf, doşek, mînder û benikan jê çêdikin. Hiriya zêde ku dimîne em dibin sûkê difiroşin.”
TEŞÎ ÇANDEK KEVNARE YE
Başak destnîşan kir ku ew û cîranê wan jî feyde ji hiriyê dibinin û wiha qala rêsandina teşiyê kir: “Badan an jî rêsandina teşiyê me li zozanan pir dikir. Teşî çandake kevnare ye û me hemû werîs û benan pê çêdikir. Ji benikên ku em bi teşiyan dirêsên jî tûr û kincên li xwe kirinê çêdikin.”
‘XWEZÎ NIHA EZ LI ZOZANAN BÛMA’
Başak diyar kir ku wê bêriya jiyana li zozanan kiriye û xwest hemû qedexeyên li ser zozanan rabin û ji bo ku ew biçin koçeriyê. Başak wiha xweziya xwe bi wan rojên zozanan anî: “Xwezî em wek salên derbasbûyî dîsa li zozanan bûna. Xwezî niha ez li zozanan bûma û bi vî tûrî bimeşiyam. Xwezî bi wê jiyanê û ne bi jiyana bajaran.”
‘NIHA JÎ QEYÛM ME KOÇBER DIKE’
Başak da zanîn ku ew jiyan û çanda koçeriyê li bajar jî dide berdewamkirin û wiha got: “Qeyûm êrîşî çanda me dike. Dema em hatin li vê taxê bicih bûn kes li vir tunebû. Me ji zozanên me kirin. Niha jî me qeyûm dixwaze me koçber bike. Axurên me xera kirin û sewalên me derdixin derveyî bajêr. Hemû çavkaniyên debara me ji destê me derxistin. Em neçar man ku hemû sewalên xwe bifiroşin. Ev çanda koçeriyê ji dapîr û bapîrên me tê. Em ê vê çandê bidin jiyîn.”