MÊRSÎN – Belavkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya Zînet Aşan û Cemîle Çîftçî dema rojname belav dikirin hatin binçavkirin.
Li Mêrsînê operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî belavkar û xebatkarên rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya berdewam dikin. Li taxa Şevket Sumer a bi ser navçeya Akdenîza Mêrsînê belavkarên rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya Zînet Aşan û Cemîle Çîftçî, dema rojname belav dikirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Aşan û Çîftçî ewil birin Qereqola Polîsan a Sîteler û pişt re jî birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.
Hat zanîn ku Aşan û Çîftçî bi hinceta belavkirina rojnameyan hatine binçavkirin.
2 XEBATKAR HATIBÛN GIRTIN
Di 28’ê tîrmehê de li Mêrsînê xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasî Ozkan Erdogan û Serkan Erdogan jî di 29’ê tîrmehê de hatibûn binçavkirin û girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê.