STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtina bi muwekîlên xwe re cara 675’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Newroz Uysal û Mazlum Dînç ji bo sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Ji 27’ê 2011’an vir ve 675 car in parêzer serlêdana hevdîtinê dikin. Heta 674 serlêdan ji aliyê serdozgeriyê ve bi hincetên cuda hatin redkirin.
Parêzer li benda bersiva serlêdana 675’an e.