AMED - Li dijî leşkerên ku li çoltara gundê Xosorê derketin operasyonê êrîşa bombeyî pêk hat. Di êrîşê de Serdarek û 2 leşker hatin kuştin
Li navçeya Lîcê piştî duh herêm hat bombekirin, îro di saetên serê sibê de bi tevlêbûna gelek leker operasyona hewayî û bejayî hat destpêkirin. Di saetên serê sibê de li bajahiya gundên Xosor, Dewaxey, bi tevêbûna gelek helikopter û maşîneyên zirxî operasyona hewayî bejahî hat destpêkirin. Leşkerên tev li operasyonê bûn qada daristanê şewitandin û belavdibin. Dema helîkopterê li herêma mezrika Dewaxey ya gundê Xosorê leşker danîn û leşker ketin gelî teqîn pêk hat. Di teqînê de Serdar û 2 leşker hatin kuştin. Hat zanîn ku di teqînê de gelek leşker jî birîndar bûn. Helîkopteran bê navber leşkerên birîndar rakirin. Hat zanîn ku piştî teqînê leşkerên derketin operasyonê veşikiyan û li ser girên mezin bi cih bûn.
Liv û tevgera leşkeri didome.