Êrîşî çalakiya bi çîçek jî kirin

ENQERE – Polîsan carek din êrîşî çalakiya ji bo piştevaniya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça kirin û di çalakiya ku çîçek jî li ser destan bûn, 3 kes hatin binçavkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça di roja 146’emîn de li Nexweşxaneya Girtîgeha Kampûsa Sîncanê berdewam dike. Çalakiya “Em kare xwe paş de dixwazin” a li Kolana Yukselê ku Gulmen û Ozakça dabûn destpêkirin ket roja 266’emîn.

ÇALAKIYA BI ÇÎÇEK

Kedkarên cemaweriyê hem dixwazin piştgiriyê bidin Gulmen û Ozakça û hem jî çalakiya li Kolana Yukselê li ber Abîdeya Mafê Mirovan dewam dikin. Îro jî destûra daxuyaniya li ber abîdeyê nehat dayîn. Li ser vê yekê kedkarên cemaweriyê derbasî Kolana Konur bûn. Kedkaran pankarta “Çalakiya Nûriye û Semîh di roja 146’emîn de ye, bila paş ve bigirin kar” hildan û slogana “Nuriye û Semîh rûmeta me ne” berz kirin. Di nav çalakiyê de hin kesên piştevaniyê dan çalakgeran bi çîçekên destê xwe tev li çalakiyê bûn.

3 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Girseyê xwest li vir daxuyaniyê bide û polîsan carek din êrîş kir. Polîsan pankartê Nuriye û Semîh jî çirandin. Di êrîşê de Mehmet Yilmaz, Dervîş Lermî û Îlker Işik hatin binçavkirin. Welatiyên derdorê jî li dijî helwesata polîsan a êrîşkar bertek nîşan dan.