Hevseroka HDP'ê Kemalbay: Werin em bi hev re faşîzmê têk bibin

STENBOL - Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay di ‘Nobeta Wîjdan û Edaletê’ ya li Parka Yogurtuçu ya Stenbolê dan destpêkirin de wiha got: ‘Em dikarin tariyê têk bibin. Werin em bi hev re faşîzmê têk bibin’

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku li Amedê “Nobeta Wîjdan û Edaletê” ya di 25’ê tîrmehê de dabû destpêkirin bi dawî kir, li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê nobet da destpêkirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay û parlamenterên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, Sirri Sureyya Onder, Nadîr Yildirim, Mîthat Sancar, Hişyar Ozsoy, Ayşe Acar Başaran, Berdan Ozturk, Erdal Ataş, Leyla Bîrlîk, Sîbel Yîgîtalp, Erol Dora, Îbrahîm Ayhan dê nobetê bigirin.

Piştî ku nûnerên partiyan û parlamenterên ku nobetê bigirin komcivîna HDP’ê dest pê kir. Di civînê de ewil Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu axivî. Kerestecîoglu wiha got: “Ev barîkat, ev dorpêç, astengiyên kul i hemberî me hatine derxistin. Şermezarkirin ne bes e. Em dizanin ku ger ev dorpêç nebe em ê bibin hezaran. Em ê vî çalakiyê 7 rojan bidomînin. Em ê bi hev re vî faşîzmê, vî dorpêçê hilweşînin. Ji ber ku em mafdar in ev barîkat danîne. Em ê teqez bi ser kevin.”

NIKARIN ASTENG BIKIN

Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay jî piştre axivî. Kemalbay wiha got: “Yên ku dixwazin îro parlamentoyê kilît bikin em dibînin îro dixwazin kolanan jî kilît bikin. Lê nikarin têkoşina me asteng bikin. Li Parka Yogurtçu gelek têkoşîn hat dayîn. Ji bo berxwedana karkeran, berxwedana jinan, ji bo forumên Geziyê malovanî kir. Ji ber vê yekê jî li vî parkê destpêkirina nobeta wîjdan û edaletê girîng e. Werin em bi hev re faşîzmê paş ve bixin.
Kemalbay bal kişand li ser nobeta Amedê jî û wiha berdewam kir: “Ji nobeta kum e li Amedê da destpêkirin ewqas tirsiyan ku bi barîkatên hesin xwestin ji gel qut bikin. Hûn çima ditirsin HDP bi gel re bê cem hev. Erdogan li her derê mîtîngan li dar dixe. Lê dema ku HDP dibe mijar li hemberî me derdikevin. Dorpêç dikin. Piştre dibêjin gel naçe civînan. Em mereq dikin hûn piştî evqas derewan bi şev çawa radizên. Ev hewldan pûç e. Piştî 7’ê Hezîranê hûn çi dikin bikin vî gelî bersiv da we.”

HÛN Ê HESAB BIDIN

Kemalbay diyar kir ku ew ê hesabê sûcên ku tê kirin bipirsin û wiha direjî da axaftina xwe: “Hevserokê me Selahattîn Demîrtaş dîl tê girtin. Bifikirin serokê partiya sêyemîn a parlamentoyê dîl hatiye girtin. Ev nîşana nehiqûqiyê ye.”
Kemalbay destnîşan kir ku îktîdar bi derewên mezin dikare xwe li ser pêyan bigire û wiha pêde çû: “Me li meclisê hinek dengê xwe bilind dikin. Kêm be jî ev derfet hebû. Lê niha bi guhertina rêziknameyê wî vî asteng dikin. Ji bo ku meclis bibe wek noter rêzikname guherandin. Ew naxwazin xeta têkoşîna hevpar pêş bikeve, ji vî ditirsin. Tişta ku tifaqa Erdogan û Bahçelî ditirsîne ev e. Ji ber vê yekê jî hewl didin li meclisê dengê me qut bikin. Ji ber vê yekê ji 7’ê Hezîranê heta niha HDP dorpêç kirine.”

ÊRÎŞ DIKIN
Kemalbay diyar kir ku êrîşî hemû kesên ku mafên xwe dixwazin dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Somayê bi pêhinan êrîşî karkeran kiribûn. Li Ispartayê jina ku bi dara xwe çûbû şaredariyê li hemberî polîtîkayên AKP’ê derdikeve. Ji ber vê yekê dema ku em dibêjin bikin yek êrîşên xwe zêde dikin. Di Newrozê de li gel ku hemû kes bi kamerayan ve yek bi qeyd kirin jî gel herikîbû qadê. Li gel hemû êrîşan jî berxwedan didome. Li Sûrê li gel hemû şîdetê jî ji parvekirina me ya nanê xwe ditirsin. Ji piştgirîdayîna berxwedana Nûriye û Semîh ditirsin.”

JI TÊKOŞÎNÊ DITIRSIR

Kemalbay bal kişand têkoşîna kurdan a kul i Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê didin jî û wiha axivî: “Têkoşîna ku gelê kurd li Sûriyeyê xurtir dike, li hemberî vê yekê helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî vî têkoşînê gelên Tirkiyeyê dixe astengiyeke mezin. Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd. Bi têkoşîna gelê kurd re dê gelên Tirkiyeyê bi ser kevin. Li Iraqê û Sûriyeyê em dizanin tekane rê ev e.”

HETA FAŞÎZM TÊK BIÇE

Kemalbay got ku wan hemûyan di têkoşînê de bedel dane û wiha berdewam kir: “Heta ku faşîzmê bidin rawestandin, daxwaza gelên Tirkiyeyê ya azadî, aştî û demokrasiyê pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Kemalbay da zanîn ku nobeta li Amedê bi fedakariyeke bi dawî bûye û peyamên xwe dane niha jî ji bo bi hev re li Stenbolê rêyên têkoşînê pêş bixin hatine cem hev. Kemalbay wiha got: “Em ê dest bidin hev û bi hev re tê bikoşin. Ev têkoşîna jinan, ciwanan, gelên Tirkiyeyê ye. Ji bo demokrasî bê vî welatî tê dikoşin. Mineta me li kesekî nîne. Li dijî yên ku dixwazin me bi birçîbûnê islah bikin em ê nanê xwe parve bikin. Heta ku em cîpaneke nû ava bikin em ê destên xwe bidin hev. Me dest bi berxwedaneke dem dirêj kir.”

BANG KIR

Kemalbay diyar kir ku ew bang li hemû wîjdanên Tirkiyeyê dikin û dixwazin dest bidin hev û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li hemû kesên ku li Tirkiyeyê aştiyê dixwazin dikin. Ji bo teqez bi ser kevin em ê bi hev de tê bikoşin. Bijî hemû kesên ji bo edaletê dimeşin, li dijî faşîzmê berxwedanê xurtir dikin. Bijî kurd, tirk, elewî, karker, gel, jin. Em ê bi têkoşînê bi ser kevin.”

STENBOL - DÎHABER