Serlêdana 675'emîn jî hat redkirin

STENBOL – Serlêdana parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan a hevdîtinê ji aliye Serkomariya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.

Parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli, Newroz Uysal û Mazlum Dinç bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serlêdana parêzeran a hevdîtinê ji aliyê Serdozgeriya Bursayê ve hat redkirin.

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan ev bû 674 car bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” tên astengkirin.