Bi nasnameya Tirkiye nikare vegere Tirkiye

RIHA - Racih Siddik ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviya û li Tirkiyeyê hêwirî, ji bo debara zarokê xwe bike wek ajokarê kamyonê çû Dûbaiyê. Niha ji ber vîze nayê dayîn, nikare vegere Tirkiye ya ku nasnameya demborî daye wî.

Malbata Siddik ku 4 sal berê ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviya û li navçeya Eyyûbiye ya Rihayê bi cih bû. Bavê 9 zarokan Racih Siddik (56) ji bo debara zarokê xwe bike wek ajokarê kamyonê çû Dûbaiyê. Lê belê ev 2 sal in li gel hemû hewldanan jî nikare vegere cem zarokên xwe. Kurê Racih Siddik, Ahmet Siddik (23) anî ziman ku Konsolosxaneya Tirk vîzeyê nade bavê wî. Siddik, diyar kir ku ji bo bavê wî vegere wan hemû ewraq amadekirine û radest kirine, lê belê dîsa jî vîze nayê dayîn.

Siddik, diyar kir ku dema bavê wî çûye Dûbaiyê vegeriyaye Tirkiyeyê, lê belê ev 2 sal in ji ber vîze nayê dayîn nikare bê. Siddik got ku, ew nizanin ji bo çi vîze nayê dayîn. Siddik got ku, dema bavê wî li Tirkiyeyê bû tu pirsgirêkek wan tune bû û wiha axivî: "Bavê min bi awayekî fermî çû Dûbaiyê. Bavê min çend caran çûye konsolosxaneyê. Pirsiye ka ji bo çi vîzeyê nadin wî, lê belê sedema wê ji bavê min re negotine. Nasnameya bavê min ku li vir Tirkiye dide biyaniyan jî heye. Me belgeyên ku li vir rûdinê şandin, lê dîsa jî wî bernadin. Dema çû Dûbaiyê dubare vegeriya Tirkiyeyê û ji bo xebateke 2 mehan dubare çû Dûbaiyê."

SERÎ LI RIYÊN QAÇAX DA, LÊ ÎŞKENCE LÊ HAT KIRIN Û EW DUBARE VEGERANDIN

Siddik, diyar kir ku ji ber vîze nedane bavê wî, bavê wî jî hewl daye di ser Îranê re bi riyên qaçax bê Tirkiyeyê û wiha got: "Ji bo vîzeyê bistîne bavê min çend caran serlêdan kirine, lê dema vîze nedanê hewl da bi riyên qaçax bê Tirkiyeyê. Ji bo vê jî çûye Îranê. Pere dane qaçaxçî û hatiye sînorê Tirkiyeyê. Qaçaxçî jî bavê min li nêviyê rê hiştiye. Dema bavê min jî hewl daye sînorê Tirkiyeyê derbas bike hatiye zevtkirin, lêdane û dubare ew şandine Îranê. Bavê min jî neçar maye ku dubare vegere Dubaiyê." Siddik got ku wan ewraqên hewcedar amade kirine û serî li walîtiyê dane û wiha axivî: "Me hemû ewraq amade kirin. Ji bo piştrastkirina ku bavê min li Rihayê rûdinê kefîlek xwestin. Me kefîl jî bir. Me serî li daîreya koçberiyê jî da ku em li vir rûdinên. Me hemû tişt kirin, lê dîsa jî qebûl nekirin."

‘ME ZAF BÊRIYA BAVÊ XWE KIRIYE'

Keça Siddik Hîba Siddik (10) jî wiha got: "Min zaf bêriya bavê xwe kiriye. Rica dikim bavê min berdin bila bê."

Hevjîna Siddik Sabbah Siddik (49) jî wiha got: "Rica dikim bila vîzeyê bidin hevjînê min. Bila bê nav zarokê xwe. Jixwe li Sûriyeyêê me têra xwe zilm dît. Qet nebe bila li vir zilm li me neyê kirin."