ŞENGAL - Komîteya Aboriyê ya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi cewlîgên (çiftlik) sewalan, piştgiriyê dide Şengaliyan û bi van çewlîgan debara şengaliyan dikin. Endamê Komîteyê Xelef, diyar kir ku gel vedigere Şengalê û ji bo bibin pêdiviyên welatiyan xebatên deborê dikin.
Gelê Şengalê di komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an de ji ber êrîşên DAÎŞ'ê Şengal vala kiribûn. Piştî hêzên Yekîneya Berxwedana Şengalê (YBŞ) parastina Şengalê kir û Şengal ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir, Şengalî dîsa vedigerin cih û warên xwe Şengalê. Gelê Êzîdî yên rastî ferman û komkujiya 73'an hat û mal û milkê wan wêran bû, ji bo debara xwe bikin di nava têkoşînê dene. Êzidî ji ber ku li Şengalê şert û mercên sewalkariyê hene, ji bo debarê dest bi karê sewalkariyê dikin û komuna sewalkariyê pêş dixin.
Komîteya Aboriyê ya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, piştî di dema fermanê de Hêzên Parastina Gel (HPG) ji bo debarê sewal li gel belav kirin, cewlîgên (çiftlik) sewalan ava kirin û bi vê çewlikê pergala komîn ava kirin. Li herêma Xanesorê çewlîka ku 450 berx lê tên xwedikirin ava kirin. Li Barê çewlîka pez, li Serdeştê çewlîka 350 mihan ava kirin. Komîteya Aboriyê bi pêşxistina van çewlîkan jiyanek komîn pêş dixe û hewl dide bi van çewlîkan debara gelê êzîdî yên Şengalê pêş bixin.
Endamê Komîteyê Xelef, diyar kir ku gel vedigere Şengalê û ji bo bibin pêdiviyên welatiyan xebatên deborê dikin. Xelef, anî ziman ku ew ji bo malbatên şehîdan û malbatên xizan ên pêdiviya wan bi alîkariyê heye dixebitin û wiha got: "Piştî DAÎŞ'ê hat êrîş kir gelê me pir ket nava zorê. Ji bo gelê me mohtacê tu kesî nebe û destê xwe li derve veneke em têdikoşin û dixebitin. Em hewl didin em karibin xwe bi xwe debara xwe bikin û çerxa debarê bigerînin. Me li vir çewlîgê sewalan ava kirin û em sewalên xwe bi ceh, kayê xwedî dikin.
PKK DI HER QADÊ DE BÛ ALÎKAR
Di serdema fermanê de PKK gelek alîkarî bi mere kir. Wan ev proje ji mere ava kir û me jî pêş xist. PKK'ê pez da me û me jî ev pez xwedî kir. PKK'ê di her qadê de alîkarî û piştgirî da me. Di cejnên êzîdiyan ên Çarşema Sor, Sersal, Hacilar, alîkarî da û li malbaten şehîdan belav kir. Niha jî ji bo em bibin bersîva gel em dê bêtir bixebitin. Ji bo gelê êzîdî çi ji deste me bê em dê bikin û dikin. Em dê van projeyan bêtir pêş bixin."
Selami Aslan - dihaber