STENBOL – Endama Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM’ê Ayşe Acar Başaran derbarê Raşîd Oso yê li Okmeydani ji aliyê polîsan ve bi maşîneya zirxî hat qetilkirin de axivî. Başaran cînayetên Sîlopî û Cizîrê bibîr xist û wiha got: “Çi karê amûrên mezin ên şer li nav bajaran heye. Ev halê guhertina navê Torosên Spî ye. Dewlet bi awayekî vekirî komkujiyê pêk tîne.”
Li semta Okmeydani ya Stenbolê duh polîsan maşîneya zirxî li Raşîd Oso yê 8 salî yê ji Kobanê qeliband û ew qetil kir. Oso beriya bigîhîje nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Dîlan Dîrayet Taşdemîr bûyerên di demên dawî de ku ji aliyê maşîneyên polîsan vê pêk tên nirxandin.
'DI XIZÊ DE SÎNORAN NAS NAKIN’
Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr destnîşan kir ku demek dirêje maşîneyên zirxî mirovan qetil dikin û wiha got: “Ev qetilkirin ne qeza ne. Ev bûyer ji ber nêzîkatiya desthilatdariyê ji rêzê tên dîtin. Dikeve pêşiya darizandinê. Ji ber polîtîkayên ewlekariyê ev pêk tên. Ji ber polîtîkaya ewlekariyê maşîneyên zirxî yên giran gelek hêsan di nav bajaran de diğerin. Surata van maşîneyan jî ne mijara gotinê ye.”
'NE DARIZANDIN RÊ LI BER MIRINÊN DIN VEDIKE’
Taşdemîr anî ziman ku ev bûyer rê li ber tirsa civakê vedikin û got: “Ew hêzên maşîneyan diajon bê kontrolin. Ne darizandina wan kesên qatil rê li ber bûyerên wisa vedike.”
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê û Endama Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM’ê Ayşe Acar Başaran jî da bibîr xist ku ew têkildarî rewşa welatiyên di bin maşîneyên zirxî de tên kuştin gelek daxwaznameyan daye Komîsyona Mafê Mirovan a TBMM’ê û wiha got: “Dema em qezayê lêkolîn dikin bûyerek ku li derveyî qezayê pêk hatiye derdikeve holê. Eleqeya vê tiştê bi parastina polîsan re ye. Alîkarê midûrê emniyetê yê hat komîsyonê wiha dibêje ‘Ma em kar nekin.’ Ne di wê ferqê de ne ku qaşo divê ew ewlehiya canê mirovan biparêzin. Tu derdek wan ku mafê jiyanê yê Kurdan û Sûriyeyan biparêzin. Li gorî wan ev kes ji eniya dijminatiyê ne.”
Başaran qewimandina qezayan û nasnameyên kesên jiyana xwe ji dest didin balkêşin û wiha domand: “Ser van bûyeran tê girtin. Dema ser van bûyeran digirin pêşî li polîsên din vedikin. Heke ku yek bê cezakirin dê ev bûyer wiha zêde nebin.”
‘HALÊ GUHERTINA NAVÊ TOROSÊN SPÎ YE’
Başaran diyar kir ku panzêran daxistine qadên jiyanê û wiha lê zêde kir: “Çi karê maşîne û amûrên şer ên giran li nav bajaran heye. Şer daxistine ber malan. Ev halê guhertina navê Torosên Spî ye. Dewlet bi awayekî vekirî komkujiyê pêk tîne. Heke ku ceza li polîsên Silopî, Cizîr û Licê bihata birîn dê îro bûyera Okmeydani jî pêk nehata.”
Başaran destnîşan kir ku polîtîkaya li bajarên heremê didome veguhezandine metropolên Tirkiyê ye jî û dê ew hem bi hiqûqî û hem jî bi siyaseta muxalefet bibin şopdarê van bûyeran.