Rejîma Îranê di 7 mehan de 47 kolber kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerên Rejîma Îranê di 7 mehên destpêkê yên 2017'an de li sînorê Rojhilatê Kurdistanê 47 komber kuşt û 97 kolber jî birîndar kirin.

Navenda Bîlançoyê ya Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw bi raporekê bîlançûya kolberên di heft mehên derbazbûyî yên sala 2017'an de li ser sînor hatin birîndarkirin û kuştin, eşkere kir. Di raporê de wiha hat gotin: "Di heft mehên derbazbûyî de 47 kolber û kasipkar hatine kuştin. Piraniya wan ji ber gulereşandina hêzên leşkerî yên Îranê jiyana xwe ji dest dane. Hinek ji wan jî bûne qûrbanê bûyerên xwezayî yên wek ji çiya û zinaran ketin. Di heft mehên 2017'an de 97 kolber û kasipkar birîndar bûne."

Di sala 2016'an de 96 kolber û kasipkar hatin kuştin û birîndar bûn. Îsal di heft mehan de hêjmara kuştî û birîndaran derket 144'an.