NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Hezîranê derbarê derbarê teqîna li Beşîktaşê de daxuyaniyek da û wiha got: "Berpirsyarê hemû windahiyan rejîma AKP/Qesrê ye." Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko jî wiha bertekên xwe anîn ziman: "Êdî bese, em naxwazin carekdin heman filmê temaşe bikin û em naxwazin bi hema êşan re rû bi rû bibin."
Partiya Kedê (EMEP) û Tevgera Yeketiya Hezîranê derbarê teqîna li Beşîktaşa Stenbolê de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya bi îmzeya Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê Nuray Sancar hat weşandin de polîtîkayên hikûmetê hatin rexnekirin.
Daxuyaniya EMEP'ê wiha ye: "Piştî teqînê daxuyaniyên hinek rayedaran ên bêberpirsyar; çapemeniya nêzî hikûmetê di manşetên xwe yên îro de hilweşîna ji ber teqînê ji xwe re firset dîtine û tişta ku dixwazin nîşan didin. Wekî ku di dema ku pêşnumeya Qanûna Bingehîn a pergala serokatiyê li Meclîsê tê nîqaşkirin de teqîna van bombeyan nîşan dide ku dijmînên hundir û derve yên li dijî vê pergalê ne nûçe tên parvekirin heta bi vekirî hatiye gotin. Hêjî li derve xwîn ne zuha bûye dayîna daxuyaniyên wiha dide nîşandan ku ji bo hikûmeta AKP/Qesr bigihişin armancên xwe, bi tirsa ku êrîş diafirîne dixwaze pergala serokatiyê bi gel bide qebûl kirin. Lê em ê destûr nedin ku kesek li ser xwîna gelê me hesaban bike."
BERPIRSYAR AKP/QESR E
Tevgera Yeketiya Hezîranê (BHH) di daxuyaniya xwe de ev tişt diyarkirin: "Berpirsê xwîna tê rijandin û hemû windahiyan rejîma AKP/Qesr e. Em êrîşê şermezar dikin û ji birîndaran re şîfayê dixwazin.
Rexistinên Hêz û Kedê derbarê teqîna li Beşîktaşa Stenbolê de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Yeketiya Tabîbên Tir (TTB) di daxuyaniya dayîn de ev tişt ragihandin: "Em ê teslîmî kaosa ku dixwazin li welatê me pêk bînin nabin. Em ê dest ji daxwaza xwe ya di nava aştî û hizurê de jiyankirinê û parastina mafê jiyanê bernadin. Em ê mirovek xwe yê din ji ber terorê winda nekin em ê bi hevre rojên bi hizur bibînin."
Di daxuyaniya bi îmzeya Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kanî Beko hat dayîn de hat diyarkirin ku tenê şermezarkirina êrîşan têrî sekinandina xwînê nake. Di daxuyaniyê de sedema şîdeta li Tirkiyeyê hikûmeta AKP'ê hat nîşandan û ev tişt hatin diyarkirin: "Wekî ku me di êrîşên din de jî gotibû, îktîdara bi soza îstîkrarê hat ser rêveberiyê û di bin navê îstîkrarê de gava ku diavêje Tirkiyeyê ber bi bêîstîkrariyê dibe. Êdî bese, em naxwazin carekdin heman filmê temaşe bikin û em naxwazin bi hema êşan re rû bi rû bibin. Divê êdî hemê kes bibîne ku tu pirsgirêk bi şîdet, şer, pevçûn û terorê re nayên çareserkirin û divê her kes bibîne ku welatê me û mirovahiya me gav bi gav tê tunekirin."