REQA – Pêşveçûna QSD'ê ya li Reqqayê didome. Dema QSD'ê sivîl ji DAIŞ`ê xelas kirin, mayînên DAÎŞ'ê bi wan de teqiya, di teqînê hinek sivîl birîndar bûn. Li aliyekî din, li gelek taxên Reqayê şer didome û şervan bi pêşve diçin.
Şerê QSD'ê yê Cenga Mezin a li Reqqa li dijî DAÎŞ'ê daye destpêkirin di roja 57'an de didome. Di şerê dawî de 13 endamên DAÎŞ'ê hatin kuştin.
Şervanên QSD'ê di Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya roja 57`an de her diçin pêşve diçin. Şervanên QSD`ê li taxa El-Berîd ku aliyê bakur-rojava yê Reqayê dikeve û taybet li Mesakin El-Idxar, bi pêşve çûn û gelek noqte ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Li vir 4 endamên DAÎŞ'ê hatin kuştin.
Li taxa El-Diriyê ya naverasta bajarê Reqayê, di encama şerê di navbera şervanên QSD û DAIŞ`ê de, 3 DAÎŞ hatin kuştin û gelek ji wan birîndar bûn.
Li taxa Nezlit Şehadê ya aliyê başurê Reqayê, ku çend roj berê şerên giran li wir rû dabûn, pêşveçûyîna şervanan li wir didome û şervan mayînan radikin û korîdorên bi ewle ji bo sivîlan vedikin. Di şerê ku saetên derengiya şevê li wê taxê rû dan, 5 DAÎŞ hatin kuştin.
Li taxa Hişam Ebdulmelk ku piraniya wê hatiye rizgarkirin, şervanên QSD`ê hewl didin sivîlên ku li derdora Fakulteya Endizyariya Sivîl asî mane, rizgar bikin.
Dema hinek sivîl xwe ji DAÎŞ'ê xelas dikirin û berê xw dan cihên rizgarkirî, mayîna DAÎŞ'ê bi wan de teqiya. Di encamê de hinek sivîl birîndar bûn. Gelek sivîlên din ji bo parastinê xwe di nava malan de veşartine. Li derdora fakulteyê sekvanekî DAIŞ`ê hate kuştin.