Rojnamegerê Fransî li Şirnexê hat girtin

ŞIRNEX – Rojnamegerê Firansî Loup Bureau ku ji bo şopandina nûçeyan hat Şirnexê bi îdîaya “Alikarî û piştevanî daye rêxistinê" hat girtin.

Rojnamegerê Firansî Loup Bureau yê ji bo şapandina nûçeyan hat Şirnexê hat binçavkirin û sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî bi îdîaya “Alîkarî û piştevaniya rêxistinê kiriye" der barê wî de biryara girtinê da û şand Girtigeha tîpa T a Şirnexê. Hat zanîn ku dema Rojnameger Bureau, hat Şirnexê û xwest derbasî herêma Federal a Kurdistanê bibe ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û hat girtin.