STENBOL - Parlamenter, endam û rêveberên CHP'ê yên Stenbolê Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Parka Yogurtçu daye destpekirin ziyaret kir û piştgirî da nobetê.
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, Serokê CHP'ê yê Stenbolê Cemal Canpolat û serokên CHP'ê yên navçeyên Stenbolê Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê di 1'ê Tebaxê de li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê da destpêkirin ziyaret kir û piştgirî da nobetê.
Wekîlên HDP'ê heyeta CHP'ê di ketina parkê de pêşwazî kir. Heyeta CHP'ê çîçek dan Wekîlên HDP'ê. Heyet piştî demekê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin derbasî parkê bûn. Serokê CHP'ê yê Stenbolê Cemal Canpolat, diyar kir ku li vî welatî pêdiviya herî mezin bi edaletû azadiyê heye û daxwaza 80 milyon mirovên Tirkiye edalet û azadî ye.
TANRIKULU: EMÊ PIŞTEVANIYÊ MEZIN BIKIN
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu jî diyar kir ku ew di pêvajoyek dijwar re derbas dibin û ev dî dîroka Tirkiye de pêvajoya herî dijwar e û wiha got: "Ji bo em îro piştevaniyê li vir bibînin em hatin vir. Îro em hatin vir, me dît ku welatiyên me vê zilmê qebûl nakin. Di van şertan de saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên demokratîk nikarin bi hêsanî bên vir. Lê em dê vê piştevaniyê mezin bikin. Em dê bi hevre mezin bikin."
Wekîla Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu jî diyar kir ku ew bi ziyaret û piştevaniya CHP'ê kêfxweş in û spasiya xwe ji heyeta CHP'ê re anî ziman.