OSP’ê nobeta Wîcdan û Edaletê ziyaret kir

STENBOL – Serokê Giştî yê OSP'ê Sinan Çiftyurek, Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Parka Yogurtçu ziyaret kir. Çiftyurek, bertek nîşani dorpêça polîsan da û bang li her kesan kir ku li dora kurdan bibin glok.

Nobeta Wîcdan û Edaletê ku HDP'ê bi dirûşmeya “Em ranewestin, bêjin raweste û faşîzmê bidin rawestandin" di 25'ê Tîrmehê de li Parka Ekîn Ceren a Amedê dest pê kir, di 1'ê Tebaxê de li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê 12 wekîlên HDP'ê dewir girt. Nobeta Wicdan û Edaletê ya wekîlên HDP'ê li Parka Yogurtçu di roja duyemîn de serê sibê bi paqiijiya derdorê, dest bi rojê kir. Piştî taxtê hat xwarin, Heyeta ku ji Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sinan Çiftyurek û 5 kesan pêk dihat, Nobeta HDP'ê li Parka Yogurtçu ziyaret kir. Çiftyurek, bertek nîşani dorpêça polîsan da û bang li her kesan kir ku li dora kurdan bibin glok. Çiftyurek, anî ziman ku ev çalakiyek sivîl û demokratîk e erk u peywira polîsan ewe ku ewlehiya çalakgeran biparêze, ne astengkirina gel e û wiha got: "Divê gelê tirk piştgiriyê bide gelê kurd. Divê gelê kurd û gelê tirk bi hevre bibin glok. Bajarê Sûr û Cizîrê hat xerakirin. Ev neheqî û bê edaletiya herî mezin e. Em piştgiriyê didin vê nobetê. Em bang li her kesî dikin ku bi gelê kurd re bibin yek."