STENBOL - Polîsan derdora Mizgefta Hasan Zeynep a li Ferîkoy ku merasima cenazeyê Raşît Oso (8) yê Kobanî ku polisan bi maşîna zirxî qetil kir, dorpêç kirin û destûr nade kes nêzî mizgeftê û merasima cenaze bibe. Hat zanîn ku Oso di Dibistana Sûriyeyiyan de di pola 2'emîn de xwendekar bû.
Polîsan di 1'ê Tebaxê de li qada Okmeydani ya Stenbolê bi maşîna zirxî Raşid Oso ê 8 salî yê Kobanî qetil kirin. Ji bo cenazeyê Raşîd Oso yê Kobanî îro li Mizgefta Hasan Zeynep a li Ferîkoy merasim hat lidarxistin. Beriya merisamê polîsan dora mizgeftê dorpêç kir û destûr nade kes nêzî mizgeftê bibin û destûr nade kes tev li merasimê bib.
Raşîd Oso yê polisan piştre bi ser mala wan de girt û gef li malbatê xwarin wêneyî wî kom kirin. Derket holê ku wêneyekî Raşid Oso hatiye bi destxistin. Hevalê Oso yê polê wêneyê Oso bi dest xistin û parve kirin. Hat zanin ku Oso li Dibistana Can Suriye ya li Okmeydani di pola 2'emîn de xwendekar e.