YJŞ li Reqqayê tola jinên êzidî hiltîne

REQQA – Li Reqqayê bi pêşengiya YJŞ’yê şervanên jin operasyonên taybet bi ser hin nokteyan de digirin û li şopa jinên êzidî diğerin. Fermandara YJŞ’yê Denîz Dag Şengal wiha got: “Em ê jinên xwe ji wê tariyê rizgar bikin.”

Operasyona “Cenga Mezin” ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dabûn destpêkirin di roja 57’emîn de berdewam dike. Taxa Hişam Bîn Ebdulmelîk a li eniya başûr rojhilat dimîne hat rizgarkirin. Bi vî awayî hejmara taxên rizgarkirî gihîşt 9’an.

Şervanan li eniyên rojhilat û rojava di çarçoveya bi pêşveçûnê ve gelek cihên girîng ji deste DAIŞ’ê sitendin û rizgar kirin. Li Reqqayê li çeperên herî pêş yên şer jinên parastina êzidiyan Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) cih digirin û tolhildana komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an hiltînin. YJŞ li eniya rojhilatê bajêr li gelek herêmên stratejik cih digirin û li nokteyên jinên êzidî lê dîl hatine girtin operasyonên taybet bi ser ve pêk tînin. Li her devera bajêr li pey şopa jinên êzidî diçin û wan rizgar dikin. Di van operasyonan de 2 şervanên YJŞ’ê birîndar bûn.

ÊZIDIYAN DERBEYÊN GIRAN XWARIN

Fermandara YJŞ’Ê Denîz Dag Şengal diyar kir ku ew di sêyemîn salvegera fermana 73’emîn a li ser êzidiyan de ne û got: “Me êşa jinên êzidî da sekinandin.” Şengal da zanîn ku ew ji bo tohildana fermana 73’emîn li Reqqayê ne û wiha got: “Heta beriya vê pêvajoyê hêza parastina jin û civaka êzidî tune bû. Piştî fermana 73’emîn xwe bi rêxistin kirin û xwe çekdar kirin. Gele êzidî ji DAIŞ’ê derbeyên giran xwarin.”

‘HÊZA PARASTINA JINÊN ÊZIDÎ YJŞ YE’

Şengal bibîr xist ku di çarçoveya fermanê de bi hezaran jin û zarokên êzidî wek koleyan li bazaran hatin firotin û wiha pê de çû: “Hêj bi hezaran jin û zarok winda ne. Avakirina hêza jinê li ser me erkek mezin e. Jinên êzidî bi pêşengiya YJŞ’ê vê yekê avakirin. Me wek jinên êzidî di gelek pêngavên rizgarkirina gund û navendan de cih girt. Me pêşî bi rizgarkirina bajarê xwe destpê kir. Bi hezaran mirov ji DAIŞ’ê rizgar kirin.”

‘EM Ê JINÊN XWE RIZGAR BIKIN’

Şengal da zanîn ku ew niha jî li Reqqayê ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di 3’emîn salvegera fermana 73’emîn de du sedemên me yên ku em li Reqqayê ne hene. Ya yekemin ji bo ku hêj jinên êzidî dîl girtî ne. Ya duyemîn jî ji bo em tolhildana fermanê hilînin li Reqqayê ne. Ji bo ku em du armancê xwe bibin serî hêza me heye. Em ê jinên xwe ji wê tariyê rizgar bikin. Tene ne jinên êzidî em ê gelê ereb jî rizgar bikin. Nêveka bajêr di bin kontrolê de ye. Hindik ma ku tevahiya bajêr bê rizgarkirin. Ya girîng ew e ku em jinên xwe yên li vir rizgar bikin. Divê em êşa wan bidin sekinandin û ji nû ve qada jiyanek nû bidin temînkirin.”

Nazim Daştan - dihaber