Koçerên Sêgirkê: Helîkoptêran konên me gulebaran kir

ŞIRNEX – Koçerên li zozanên Sêgirka Şirnexê ji aliyê helîkoptêran ve hatin gulebarankirin. Konên koçeran şewitîn û gelek sewalên wan jî telef bûn. Koçer ji ber êrîşan çûn zozanek din.

Li zozanên Sêne yê bi ser bajorokê Sêgirkê ya Şirnexê ve koçerên lê diman hat angaştkirin ku ji aliyê helîkoptêran ve hatin gulebaran kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin roja 29’ê hezîranê saet li derdora 00.00’an herêma koçer lê diman ji aliyê helîkoptêran ve hatiye gulebarankirin.

Koçerek ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe aşkere bike diyar kir ku cihê ew lê diman bi helîkoptêran hatiye gulebarankirin û di gulebaranê de gelek mihên wan hatine kuştin. Koçeran da zanîn ku hemû konên wan jî ji ber gulebaranê şewitîne û windahiya can wek mûcîze binavkirin.

LEŞKERAN BI DARÊ ZORÊ EW KOÇBER KIRIN

6’emîn Tabura Sînor a Sêgirkê derbarê bûyerê de ji koçeran re tu daxuyanî neda û xwest ku koçer herêmê biterikînin. Hat zanîn ku ji ber gulebarankirina helîkoptêran jî li heremê şewat derket.
Ji ber gulebarankirina helîkoptêran koçer neçar man ku ji wir barkirine û li Zozanên Heft Borya danîne.