Kepçe li Plaja ser Goristana Ermeniyan hat çêkirin dixebitin

WAN – Qeyûmê tayînê Şaredariya Artemêtanê hat kirin, li ser girên dîrokî û goristana Ermeniyan daşir, qabîn û otoparkê ava kir. Di saetên serê sibê de cihê ku Plaja Gel lê ye ji çûn û hatinê re hat girtin. Qeyûm li qadê bi kepçe û kamyonan xebatê dimeşîne.

Qeyûmê tayînî Şaredariya Artemêtana Wanê ku hatibû kirin li ser Goristana Ermeniyan û Girê Xorkomê Plaja Gel ku daşir, otopark û qabîn jî hene dabû înşakirin. Îro bi hinceta li vê qadê “Paqijî û dermankirin tê kirin” ji gel re hat girtin. Hefteyek berê plaja hatibû vekirin û ev kesî nêzî vê qadê nakin. Personelên şaredariyê bi kepçe û kamyonan ketin vê qadê û balkêşe ku lê xebat tê meşandin.

RÊBERÊ RUHANÎ HILNEDAN QADÊ

Rêberê Ruhanî yê Dêra Protestan a Wanê Vahît Yildiz ê ku xwest li qadê lêkolînan bike hilnedan qadê û di têketina plajayê de bi astengiyan re rû bi rû ma. Xebatkarên şaredariyê bi hinceta “Li plajayê dermankirin û paqijî tê kirin” Yildiz ji qadê vegerandin. Yildiz destnîşan kir ku li qada plajayê xebatek çawa tê meşandin baş nayê xuyakirin û wiha got: “Li qadê bi kepçe û kamyonan cihê ku gir li golê dinêre ax tê kişandin. Axa ku ji vir dikolin li derdorê belav dikin. Cih bi cih jî hestiyên mirovan derdikevin.