Buroya Hiqûqê ya hat mohrkirin bi çîlîngirê vekirin

ENQERE - Wezîrê Karên Hundir ligel 370 komeleyan Buroya Hiqûqê ya Gel jî kîlît kir. Lê nûnerên Buroya Hiqûqê ya Gel û parlamenteran bi çîlîngir dîsa derî vekirin

Wezîrê Karên Hundir 370 komele girtin. Di nava 370 komeleyan de Buroya Hiqûqê ya Gel ku prz. Selçuk Kozagaçli û 6 parêzer lê xebatê dimeşînin jî hat mohrkirin. Nûnerên Baroyê û parlamenter jî di navde komek parêzer hatin buroyê û bi çîlîngîr derî vekirin. Piştî parêzeran derî vekir Prz. Kozagaçli li vir daxuyanî da û wiha got: "Ev buroya hiqûqê ya min e. Min wekî xwediyê buroyê ji Dozgerê Komarê re got. Min tespîta wê jî da kirin. Ez van kîlîtan vedikim û dikevin hundir. Ez bawer dikim ku ev mohr ne li gorî hiqûqê lê xistine û ji ber vê yekê ez derî vedeikim. Ger ku bi rastî mohrek bi hiqûq be cezayê min çibe ez razî me.

Kozagaçli, da zanîn ku Yekîtiya Baroyên Ewropayê difikirin ku Konferansa Hiqûqê ya Navneteweyî pêk bînin û wiha got: “Em vê yekê li Tirkiye jî pêk bînin. Bi baroyên Tirkiye, Komeleya Hiqûqê ya Ceza ya Tirk em li Tirkiye pêk bînin. Em bawer dikin ku ji ber Konferansa Navneteweyî dê di 13-14-15'ê Çile de pêk em dê pêre bigêjin. Dê revandin, windakirin, êrîşên fîzîkî bi vî rengî bidomin. Divê em jî fêr bibin ku li gorî pêvajoya nû wekî blokên dîrokî tebikoşin. Me di Kongreya ÎHD'ê de got divê em li dijî faşîzmê eniya hevpar ava bikin."

Piştî axaftinê bi çepikan mohr hat jêkirin û derî hat vekirin.