Mêrdîn, Wan û Enqere heta mehekê qedexe ne

NAVENDA NÛÇEYAN – Walîtiya Mêrdînê bi boneya mehekê hemû çalaki, daxuyaniyên çapemeniyê û her cure şahî û çalakî bi hinceta “ewlehiyê” qedexe kir. Li Enqere jî mehekê qedexe hat îlan kirin û li Wanê jî qedexe mehekê hat dirêjkirin.

Walîtiya Mêrdînê bi hinceta “Ewlehiya tevahiya bajêr, temînkirina asayîşê, parastina ewlehiya cemaweriyê û astengkirina belavbûna bûyerên bi şiddet” li tevahiya bajêr 30 roj hemû cure çalaki û şahî qedexe kir. Walitiyê ragihand ku qedexeyê ji 1’ê tebaxê dest pê kiriye û dê mehekî bidome.

Walî bi daxuyaniyê pesnê ewlehiya bajêr da û Rewşa Awarte (OHAL) jî bibîr xist.

LI ENQEREYÊ JÎ MEHEKÊ HAT QEDEXEKIRIN

Walîtiya Enqereyê jî li Enqereyê ji bo mehekê hemû çalakiyên li derve li sazî û rêxistinên demokratîk qedexe kir.

LI WANÊ JÎ QEDEXE MEHEKÊ DIRÊJ KIRIN

Walîtiya Wanêjî bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku heta meheke çalakiyên li kolanan qedexe kirine. Walîtiyê diyar kir ku çalakiyên wekî vekirina konan, vekirina standan, daxuyanî, meş û xwe peşandan hatiye qedexekirin.