Çalakiya Kolana Yukselê li qedexeyê guhdar nekir

ENQERE – Li gel ku Walîtiya Enqerê hemû çalakî heta mehekê qedexe kirin jî çalakvanên Kolana Yukselê li qedexeyê guhdar nekirin û di roja 267’emîn de çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” li dar xistin.

Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên bi KHK’ê hatin îxrackirin ji bo vegerin karê xwe 147 roje di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Gulmen û Ozakça li Nexweşxaneya Girtîgteha Kampûsa Înfaza Sîncanê çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya ji bo piştgiriya her du mamosteyan û “Em karê xwe paş de dixwazin” jî di roja 267’emîn de didome.

Çalakvanên xwestin li ber Abîdeya Mafê Mirovan a ku bi mehane di bin dorpêçê de çalaki li dar bixin lê polîsan destûr neda. Li ser vê yekê çalakvan li Kolana Konur li hev kom bûn. Li ber TOMA û mertalên polîsan pankarta “Nuriye û Semîh 147 roje di greva birçîbûnê de ne” hat vekirin û çalakvanan slogana “Em kedkarin mafdarin em ê biserkevin” berz kirin. Polîsan xwe li çalakiyê ranegirt û êrîşî çalakvanan kir.

'EM QEDEXEYA WALÎTIYÊ NAS NAKIN’

Polîsan, çalakvanan gijgijand heta Kolana Meşrutiyetê. Çalakvanan gav neavêt paş û wiha gotin: “Heta ku daxwaza Nuriye û Semîh bê qebûlkirin dê bidome. Walîtiya Enqereyê heta mehekê çalakî û şahiyan qedexe kiriye. Em vê biryara walîtiyê nas nakin. Wek her roj dê çalakiya me dewam bike.” Çalakvanan banga beşdariya çalakiyên êvarê pêk bên kir

POLÎS GOT: BELÊ EM NE MIROVIN

Di vê navberê de çalakvanek ji polîsan re got “Hûn ne mirovin?” Polîs bersiv da vê pirsê û got: “Belê em ne mirovin.” Bersiva polîs hemû balê kişand ser xwe.