Qeyûmê 84 karkerên DÎSKÎ ji kar derxist

AMED – Qeyûmê Şaradariya Bajarê Mezin a Amedê 84 karker ji kar derxistin.

Li Şaradariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku qeyûm lê hatibû tayînkirin ji kar derxistina karkeran berdewam dike. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; piştî ku ji Şaradariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku qeyûm lê hatibû tayînkirin ji Îderaya Av û Kanalîzasyonê a Amedê (DÎSKÎ) 84 karker ji kar hatin derxistin.