ÎHD: Li girtîgehan 357 jê giran hezar û 25 girtiyên nexweş hene

ENQERE - Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya li li Enqerê, li ser rewşa girtiyên nexweş civîneka çapemeniyê pêk anî. ÎHD'ê di civînê de bi taybet daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir û xwest girtiyên nexweş serbest berdin.
ÎHD'ê da zanîn ku li girtîgehan 357 jê giran hezar û 25 girtiyên nexweş hene.

Navenda Giştî ya ÎHD'ê li avahiya xwe ya Enqereyê têkildarî rewşa girtiyên nexweş û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê pêk anî. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Rêvebera ÎHD’ê Şaxê Enqereyê û endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleyê Nûray Çevîrmen, Berdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Necla Şengul amade bûn.

Turkdogan, di civînê de diyar kir ku li gorî gorî daneyên ÎHD’ê, hezar û 25 girtiyên nexweş hene, ku 357 ji van bi nexweşiyên giran in.

Turkdogan, anî ziman ku di nameyên gilîkirinê û serlêdanên parêzeran de bal tê kişandin ser îdîayên xurt ên têkildarî kiryarên xerab û îşkenceya li girtîgehan û tê destnîşankirin, ku nexweşiyên li girtiyan der bûne, her giran dibin. Turkdogan da zanîn, ev îdîa bi taybetî piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê zêde bûne û wiha got: “Tirkiyeyê Protokola Hilbijartî ya Peymana li dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (OPCAT) erê kiriye û guhertina qanûnî û mekanîzmaya pêşîgirtinê ya neteweyî pejirandiye. Lê belê ti ji van bi cih nayê anîn û ev yek li dijî peymanê ye.”

Turkdogan, daxwazên ÎHD’ê wiha anî ziman:

Beriya her tiştî, divê mewzûata li Tirkiyeyê li gorî hiqûqa mafê mirovan a navneteweyî û bi taybetî li gorî mafên girtiyan bê sererastkirin,

Di serî de li Tîpa F ya Îmraliyê, pêwîste tecrîd bê rakirin û li girtîgehan standartên jiyana însanî bên afirandin,

Ji bo girtî karibin mafê tedawiyê bi kar bînin û ji xizmeta tenduristiyê sûdê werbigire, pêwîste tedbîrên pêwîst bên girtin û girtiyên nexweşiya wan giran e, tavilê bên berdan,

Saziya Tipa Edlî êdî nema weke saziya pispor a fermî bê dîtin, saziya pispor a serbixwe bê qebûlkirin û hikmên Protokola Stenbolê bi cih werin anîn,

Girtîgeh li kontrola saziyên civaka sivîl, ÎHD, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Yekîtiya Tabîbên Tirkiyeyê (TTB) bê vekirin û li gorî OPCAT’ê mekanîzmayên tedbîrê yên neteweyî yên serbixwe werin afirandin,

Hemû girtiyên ku nexweşiyên giran bi wan re hene, derhal bên berdan,

Di serî de îdîayên li ser kiryarên xerab û îşkenceyê, hemû binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan bi xurtî bên lêpirsîn û berpirsyar werin darizandin,

Têkildarî girtiyên nexweş ên heta niha li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane, li hemberî berpirsyaran lêpirsîneke berfireh bê kirin û berpirsyar werin cezakirin.”