NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê giirtiyê kurd Murteza Rehmanî yê bi hinceta “Têkdana ewlehiya civakê” hatibû girtin, li Girtîgeha Navendî ya Sine darve kir.
Li gorî nûçeyekê organa Nûçeyan a Çalakvanên Mafê Mirov a Îranê (HRANA), îro girtiyê kurd Murteza Rehmanî li girtîgeha navendî ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin. Rejîma Îranê girtiyê kurd Murteza Rehmanî roja yekşemê ji bo bi cih anîna cezayê bi darve kirinê, veguhestibû girtîgeha yek kesî.
CEZAYÊ DARVEKIRINÊ LÊ BIRÎBÛN
Murteza Rehmanî ji ber tevlîbûna yek ji partiyên muxalefetên Rojhilatê Kurdistanê, rastî cezayê darve kirinê hat. Her wiha ji ber îdiaya kuştina du fermandarên pasdaran, du car din jî rastî cezayê bi darvekirinê hat. Îro serê sibehê hat bidarvekirin.
Murteza Rehmanî 26 salî bû, ji gundê Tîleko ya bajarê Kamyaran a girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye û di sala 2013’an de hatiye girtin.