30 girtî sirgûnî Xarpêtê kirin: Avê jî nadin me

NAVENDA NÛÇEYAN – 30 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatin kirin. Di dema sirgûnê de girtî rastî mûameleya xerab hatin. Girtî di yek hucreyan de tên ragirtin û avê jî nadin wan.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê 30 girtî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatin kirin. Girtiyan bi hevkariya malbatên xwe agahî dan. Girtiyan destnîşan kir ku roja şemiya bihûrî bi lez û bez wan sirgûn kirine û ev tişt gotin: “Di dema sirgûnê de em rastî muameleyên xerab hatin. Nehiştin ku em tiştekî xwe amade bikin. Me bi kincên li ser me sirgûn kirin. Niha em di yek hucreyê de tên ragirtin. Şert û mercên me xerabin. Pêdiviyên me bicih naynin. Heta ku avê jî nadin me.”