Rapora ÎHD'ê ya Nobetê: Vîna 6 milyon mirovan nayê dîtin

STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çavdêriyên li ser Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ya li Parka Yogurtçu kir rapor. ÎHD'ê diyar kir ku vîna 6 milyon mirovên dengê xwe daye HDP'ê nayê dîtin û wiha got: "Destûr nadin ku HDP li parê bi gel re bê cem hev.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê çavdêriyên rojekê yên li ser Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Parka Yogurtçu daye destpêkirin kirin rapor. ÎHD'ê di raporê de bal kişand ser meşa CHP’ê ya Edaletê û Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê. ÎHD'ê destnîşan kir ku meşa CHP'ê di bin ewlehiyek mezin de bi tevlêbûna deh hezaran pêk hat û Nobeta HDP'ê ya Wîcdan û Edaletê jî di bin barikat û dorpêçkirina polîsan de bi tecrîdkirina wekilan pêk hat.

ÎHD'ê di çavdêriyên xwe de îhlalên mafên mirovan wina rêz kir:

"* Parka Yogurtçu bi temamî j aliyê polisan ve hat dorpêçkirin û ketin û derketin parkê hat qedexekirin. Destûr nedan û rêveberên partiyan têkevin parkê.

* Polîs, tîmên taybet û hêzên çevîk jî di navde gelek hêzên ewlehiyê derdora parkê girtin û kolan dagir kirin. 5 bariyerên cuda li der û dorê parkê pêçan. Maşîneyên zirxî yên polîsan TOMA û akrep hatin bi cih kirin. Li ser 3 bariyeran polîsên bi çekên agir û bombeyên gazê hatin bicih kirin.

* Di saet 12.00'an de biryar girtin ku kes dernekeve ser kolanê û li ser nerazibûnên wekîlan destûr hat dayîn ku wekîl derdbasî parkê bibin û ji bilî wekîlan kesên din neçin parkê.

* Dema wekilê HDP'ê Garo Paylan û Sezai Temellî hatin parkê, piştî muzakereyên di navbera wan û polîsan de bi şertê ku wekîl û rêveberên HDP'ê piştî lêgerînê karibin derbasî parkê bibin, destûr hat dayin ku derbasî parkê bibin.

* Endam û rêveberên HDP'ê piştî bariyerên 2'yem û 3'emîn derbas kirin berpirsyarên bariyerên 2'yemîn û 3'yemîn diyar kirin ku wan ferman girtiye ku tenê destûr bidin wekîl û endamên çapemeniyê.

Saet di 13.30'an de jî piştî niqaşan kesên tenê nasnameya partiyê li ser wan hebû karîbûn derbasî qadê bibin û tev li Koma HDP'ê ya Meclîsê bibin.

* Rayedarên hêzên ewlehiyê, ji bo girsê derbasê hundir parkê neke her dem daxuyaniyên cuda dan û kirin sedem ku girse belav bibe

* Di bariyerên 4.û 5'emîn de lêgerînên cuda hatin kirin û koridor hatin vekirin û li pişt wan dîsa bariyer hatin danîn. Tenê qad8ên ku 150-200 kes karibin tekevinê vala hiştin

* Piştî Serokwekîla Koma HDP'ê ya Meclîsê Filiz Kerestecîoglu dest bi axaftina vekirinê kir û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay axivî nobetê dest pê kir

* Heta saetên êvarî destûr dan tenê çend kes derbasî parkêbibin. Heta parêzer jî nexistin parkê.

* Rêyên jor û jêrên parkê li trafîkê girtin.

ÎHD'ê da zanîn ku HDP bi vîna 6 milyon kesan çûye meclîsê û vîna 6 milyon kesan temsîl dike.


Nobet bi polîs, barîkmat û maşineyên zirxî ji gel hatiye îzolekirin. Bi vî rengî mafê azadiya pêşandan û civînê, mafê xwe rêxistinkirinê îhlal kiriye û aşkere polîtîka cudakariyê hatiye meşandin.