RIHA - Li Girtîgeha Tarsûsê ya Mêrsînê ji girtiyan tê xwestin ku cilên yek rengî li xwe bikin. Girtiya li Girtîgeha Tarsûsê Şilan Çetiner di hevdîtina bi diya xwe re, ji diya xwe re got ku rastî lêdanê hatine û ji wan tê xwestin ku cilên yek rengî li xwe bikin.
Girtiya siyasî Şîlan Çetîner, di 28'ê Tebaxa 2016'an de li navçeya Sîwerega Rihayê hat girtin û şandin Girtigeha Rihaye. Şîlan, ji wir şandin Girtîgeha Sincan a Enqereyê. Piştî demek din ji Sîncanê şandin Girtîgeha Tarsusê ya Mêrsînê. Şilan Çetiner a 22 salî di nava salekê de du caran hat sirgûnkirin. Şîlan, bi riya diya xwe zextên li ser wan tên meşandin parve kir. Şîlan bi riya diya xwe diyar kir ku rastî tundî û lêdanê tên û rayedarên girtîgehê ji wan dixwaze ku cilên yek rengî li xwe bikin.
Xwişka Şîlan Ceylan Çetîner, diyar kir ku dema bi rîngê diçin girtigehê bi gotina "Terorîst hat" tên pêşwazîkirin û rastî lêdana leşker û gardiyanan tên. Malbatên diçin ziyaretê bi gotina "Hevdîtin tune" wan dîsa paşve vedigerînin. Ceylan Çetîner wiha got: "Duh malbata me dîsa çu hevdîtinê. Şîlan li kefa destê xwe nivîsa "Ji me dixwazin em cilên yek rengî li xwe bikin" nivisand. Gardiyanan piştî hevditinê bi lêdanê ew disa xistin hundir.
TIŞTEK BÊ SERÊ KEÇA MIN DEWLET BERPIRSIYAR E
Dayika Şîlan Çetîner Lutfiye Çetiner jî çavdêriyen xwe parve kir û wiha got: "Dema keça min nû çû girtîgehê hevala wê Mizgin rasti lê danê hat. Dema li dijî vê yekê derket ew jî rastî lêdanê hat. Gardiyanan li keça min xist û çenga wê şikandin. 2 roj berê hevditina keça min hebû. Ziyaret saet di 09.00'an de bû. Lê em heta saet 11.00'an rawestandin. Dema em xistin hundir jî vê carê ew neanîn salonê. Şîlan dereng hat. Dema hat jî li kefa destê xwe nivîsî û got 'Ji me dixwazin em cilên yek rengî li xwe bikin' nivîsand. Destûr nade em bi telefonê jî bi axivin. Ger ku tiştek bê serê keça min dewlet berpirsiyar e."