REQA - Pêşveçûna şervanên QSD'ê ya li Reqqa didome. QSD'ê herêmên mizgefeta El-Muna, Bustan û keracê yên dikevin başûrê bajêr rizgar kir.
Şerê QSD'ê yê Cenga Mezin a li Reqqa li dijî DAÎŞ'ê daye destpêkirin di roja 57'an de didome. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji saetên sibehê ve li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik a dikeve başûrê bajarê Reqayê, şerekî dijwar rû da û encamê de herêmên mizgefta Muna, Bustan û keracê rizgarkirin. Rûbera van herêmên 2 km2 . Di şer de 8 endamên DAIŞ'ê hatin kuştin û hejmarek tevî birîndarên xwe ji qadê reviyan navenda bajêr û herêma kolêja endezyariyê
Ji taxê tenê herêma kolêja endezyariyê û herêmên derdorê di destê DAIŞ'ê de mane. Ev herêm ji aliyê şervanan ve hat dorpêçkirin, da korîdoreke bi ewle ji bo sivîlên ku di hundir de asê mane, were vekirin. Şevê din jî hejmarek welatiyên sivîl dema ku hewl didan ji taxê birevin, di encama mayînên çeteyan de, birîndar bûn û ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin.
Li taxa Rewda ya dikeve bakur rojhilatê bajêr jî, endamên DAÎŞ'ê yên bi du erebeyên bombebarkirî êrîşî noqteyên şervanan kirin. Herdû erebe beriya bigêjin armanca xwe ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin. Di encamê de du şervanên QSD'ê birîndar bûn.
Beriya saetekê şer veguherî taxa Berîd a dikeve bakur rojavayê bajêr. Şervan ber bi herêma Mesakin Idîxar û taxa Nehda ve pêşve çûn. Lê derbarê şerê ku li wê herêmê rû da de, tu agahî nehatin bidestin.