Endamê Dîwana KCD'ê Farîsogullari hat girtin

AMED – Endamê Hevserokatiya Dîwana KCD'ê Musa Farisogullari hat girtin.

Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Amedê ku di çarçoveya operasyona KCK'ê de hatibû destpêkirin di 25'ê Tîrmehê de hatibû binçavkirin. Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Musa Farisogullari pişti 9 rojan di bin çavan de sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriye jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê Farisogullari girt û şandin girtîgehê.