Rojnameger Rojhat Dogru hat berdan

AMED – Rojnameger û nûçegîhanê NRT TV Rojhat Dogru, pişti 9 rojan di bin çavan de ma bi şertê kontrola edli hat berdan.

Rojnameger Rojhat Dogru yê 25’ê Tirmehê hat binçavkirin pişti 9 rojan di bin çavan de ma derxistin pêşberi dozgeriyê. Kameravanê Televizyona NRT’ê ku li herêma Federal a Kurdistanê weşand dike Rojhat Dogru, piştî li dozgeriyê îfade da, dozger bi daxwaza girtinê sewqî dadger kir. Dadger jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.