STENBOL - Platforma Piştevaniya Bi Sûrê Re, ji bo li dijî xerakirina Sûrê dengê xwe bilind bikin li Stenbolê dest bi kampanya îmzeyan kirin. Platform, bi navê “Ji bo wîcdanên tarî dibin ronî bikin imzeyekê bide, li Sûrê xwedî derkeve" banga parastina Sûrê kirin.
Platforma Piştevaniya Bi Surê Re, bi armanca piştevaniya şênyen Sûrê bikin û li dijî xerakirina Sûrê denge xwe bilind bikin li Kadikoya Stenbolê kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Platformê li pêş Operaya Sureyya ya Kadikoyê bi tevlêbûna Parlamentera HDP'ê Sibel Yiğitalp û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Galistan Kiliç Koçyigit kom bûn heta Qada Kalkedonê meşiyan. Komê di meşê de wêneyên warên dîrokî yên Sûrê ku hatine xerakirin rakirin û dowîzên "Ji xerakirina Sûrê re na" "Agahiya te ji Sûrê heye" rakirin. Komê di meşêde li esnaf û welatiyen derdorê belavokên li ser wate û giringiya sûrê hatibûn amadekirin belav kirin.
25 HEZAR BI ZORÊ HATIN KOÇKIRIN
Endamê Platformê Deniz Ozgur, bal kişand ser dîrok û girîngiya Sûrê û wiha got: "Li 18 taxên Sûrê biryara îstîmlaqkirina lezgin stendin. Bi zorê mirov ji mal û kargeriyên wan derxitin. Bi zore xaniyên mirovan bi serê wan de xerakirin. Ceyran û av ji ser wan qut kirin. Li Sûrê nêzî 25 hezar mirov ji cih û warên wan koçber kirin. Em bang li her kesî dikin ku li Sûrê xwedî derkevin û imze bavêjin kampanyayê. Em dibêjin ji bo wîcdanên tarî bûne ronî bibe îmzeyekê bide û li Sûrê xwedî derkeve"
Piştî daxuyaniyê kampanya îmzeyan hat destpêkirin.