HATAY - Nûnerên saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî girtina nûçegîhanê me dîhaberê Erdogan Alayumat dan û diyar kirin ku Erdogan ne sirên dewletê, dijberî vê yekê sûcên dewletê aşkerekir. Nûnerên saziyan xwestin Alayumat bi lezgîn bê berdan.
Nûçegihanê me dîhaberê Erdogan Alayumat ku li Îslahiyeyê di 13'ê Tîrmehê de ji ber nûçeyên ku çêkirine bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "Sirên dewletê daxuyandine" di 27'ê Tîrmehê de hat girtin. Nûçeyên Alayumat çêkirine, ji bo wan tê gotin ku 'sirên dewletê ne'. Nûçeyên Erdogan Alayumat ên bi ser navê "Jina penaber a wek hewiyê hat firotin: Ji li Sûriyeyê li bazara koleyan, li Tirkiyeyê li kampan tên firotin" wekî sûc hatin dîtin. Piştî Alayumat di 27'ê tîrmehê de hat girtin ew şandin Girtîgeha Hatayê.
Rojnameger, nûnerên saziyên sivîl, serokên komele û sendîkayan û partiyên siyasî bertek nîşanî girtina nûçegîhanê me dîhaberê Erdogan Alayumat dan. Nûnerên saziyên Hatayê destnîşan kirin ku ji ber Erdogan Alayumat rastiya li ser sînor û sucê dewletê yê li ser sînor ronî kir hat girtin. Nûneran anîn ziman ku ya hatiye aşkerekirin ne sir e, sûcê dewletê ye.
RASTIYA SÛC BÛ SIRÊ DEWLETÊ
Rêveberê Malên Gel a Hatayê û Berdevkê Meclîsa Dijberî Şer Mafê Jiyanê Mahir Mansuroglu, diyar kir ku rastiya li ser sînorê Hatayê hemû gelê Herêmê dizane û ji ber ku Rojnameger Alayumat ev rastî û sûcê dewletê aşkere kiriye hatiye girtin. Mansuroglu, anî ziman ku axaftina van rastiyan weki sûc tê dîti û wekî sirrê dewletê tê dîtin. Mansuroglu, anî ziman ku her tiştên li ser sînor ji bo dewletê divê wekî sir bên girtin û aşkerekirina wê wekî sûc tê dîtin. Erdogan di rewşek wisa de rojnamegerî kir. Hemû rastiyên ku hatin veşartin aşkere kir û ronî kir. Her rastiya hat aşkerekirin sûcê dewletê ye. Dewlet naxwaze ev rastiya wê ya sûc bê aşkerekirin û vî sûcê xwe wekî sir bi nav dike. Ji ber ku Erdogan her tiştê em dizanin anî ziman û aşkere kir hat girtin."
‘NE SIRÊ DEWLETÊ YE, SÛCÊ DEWLETÊ YE'
Mansuroglu, destnîşan kir ku li dewletek hiqûqê tiştê wisa tune û tiştê bûye nûçe ne sire sûcê dewletê ye û wiha got: "Dewlet naxwaze rastiyên wê bê dîtin. Naxwaze rojnameger li wir rojnamegeriyê bikin. Lê rastî bedelê wê çi dibin bila bibin dê her dem ronî bibin û derkevin holê.
‘HEWCE BE GEL DÊ PEYWIRA ROJNAMEGERAN BIDE SER XWE'
Seroka Partiya Rizgariya Ji Nûve Sosyalist (SYKP) ya Hatayê Hulya Kavuk jî bertek nîşanî girtina Alayumat da û wiha got: "Li vî welatî di demên dawî de yên rastiyan dinivîsin û rojnamegeriya rastî dikin tên girtin. Yên nehatine girtin jî di bin zextên mezin dene. Erdogan yek ji rojnamegerê rastî dinivisand. Bi dehan caran li ser DAÎŞ'ê, El Nusra û Sûriyeyê nûçe çêkirin. Rojnamegerekî karê xwe rast dikir. Rojnamegerî ne sûc e. Em dê li dijî girtina rojnamegeran têkoşîna xwe berdewam bikin. Girtina Erdogan ji bo Hatayê kêmasiyek mezin e. Bi dehan kesên karê Erdogan bidominin hene. Ger ku hemû bên girtin jî gelê vir dê karê rojnamegeriyê bike û erka wan dîne ser milê xwe."
Yek ji rojnamegerên Hatayê Tamer Yazar jî li ser girtina Alayumat wiha got: "Em wekî welat ber bi kuve diçin? Em çi dixwazin ji hev. Em ji rastiya hev û rojnamegeriya hev çi dixwazin. Yên nebin alî her roj tên girtin. Ev rastiyên ku qala wan tên kirin bi carekê ve dibe sirrê dewletê. Rojnameger dibin xaîn."
‘GELEK BAŞ E KU YÊN WÊREKÎ NÛÇE ÇÊDIKIN HENE
Yazar, herî dawî anî ziman ku başe kesên bi wêrekî û metirsî nûçeyan û rojnamegeriyê dikin hene û wiha bi dawî kir: "Rojnameger ên li pey edalet û rastiyê nke. Rojnameger li ber tu kesî serê xwe natewînin. Ber çakêtên xwe nagirin. Di şexsê Alayumat de dixwazin rojnamegeren din bitirsînin. Dixwazin li ser rojnamegeran tirsekê çêkin û rastiyan veşêrin.