Bi hunera camê derdorê diparêz in

MUGLA– Karkerê di kargeriyên cam, înşaet û peyzajê de xebitiye Mehmet Nûrî Cakto, 2 salin di hewşa xwe de kargerî vekiriye û hunera camê pêş dixe. Cakto, diyar kir ku bi vê karê camê hem hunerê pêş dixe û hem jî xwezayê ji bermahiyên camê diparêz in.

Li navçeya Bodrum a Muglayê karkerê 34 salî Mehmet Nuri Cakto di hewşa mala xwe de şûşe û alavên cam kom dike û di kargeriya xwe de hunera came pêş dixe. Cakto ku hêj 12 salî bû ji Êlihê koçî Muglayê kir, hat li Muglayê di karê înşaet, peyzaj, nanpêjî û kargeriya camê de xebitî. Cakto, 2 salin di hewşa mala xwe de alav û amûrên caman kom dike û hunera caman pêş dixe. Cakto, ji berhemên xwe yên caman heta niha 2 pêşengeh vekir û ji caman fîguherên xweza û sewalan çê dike. Cakto, anî ziman ku dime cam amûrek talûke be û xwezayê qirêj bike, lê bi kêrî gelek karan tê û xelek xebat pê tê kirin û wiha got: "Ji ber ku gelek alav û amûrên caman davêjin nava xwezayê ji ber van caman derdor qirêj dibe û di nava daristanan de şewat derdikeve. Armanca min ez hem hunera camê pêş bixim û hem hewl bidin ku kes caman navêjin derdorê û bikar bînin. Cakto, destnîşan kir ku dixwaze bi ve hunerê nerîna mirovan a li hemberî camê biguherîne û eleqeya derdorê ya hunera came zêde ye