Zarokên ji komkujiya DAIŞ'ê reviyan bêriya Şengalê dikin

ÊLIH – Zarokên êzidî yên ji komkujiya DAIŞ’ê ji Şengalê hatin Êlihê diyar kirin ku wan pir bêriya Şengalê kiriye. Zarokên bêriya Şengalê kirine bi lîstikên li Şengalê dilistin dilîzin û stranên li Şengalê digotin distrên.

Zarokên êzîdî yên Şengalê ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji ber komkujiya DAIŞ'ê hatin Êlihê û li gundê Şimzê bi cih bûn, diyar kirin ku wan bêriya lîstik, sran û jiyana Şengalê kirine. Zarokên li gundê Şimzê dijîn, ji bo hesreta Şengalê derbas bikin bi lîstik û stranên ku li Şengalê fêr bûne dilizin û distrên. Ji 23 malbatên ku ji êrîşên DAIŞ'ê reviyan û hatin li Êlihe bi cih bûn, jê 7 malbat dîsa paşve vegeriyan. Hin jê çûn Şengalê û hin jî çûn Ewropayê. Zarokên Şengalî yên di navbera 7 - 14 salî de ku nêzî 3 salin li gund dijîn dixwazin dîsa vegerin Şengalê. Zarokan diyar kirin ku ew pir ji Şengalê hez dikin û wan pir bêriya Şengale kiriye. Zaroka 8 sali Heyman, tevi malbata xwe hat li gundê êzidîyan ê girêdayî Qubînê li gundê Şimzê bi cih bûn. Heyman, diyar kir ku wê pir bêriya Şengalê kiriye.

Zaroka 7 salî Elman jî anî ziman ku wê pir beriya Şengalê kiriye û xwest disa biçe Şengalê biçin bi listikên xwe bilîzin.

Zaroka 7 salî Calin jî diyar kir ku dixwaze bibe doktor û li Şengalê vegere.