KCD 130 hefte hat guhdarkirin, hemû xebatên wê şopandin

AMED – KCD ku li 25 bajaran nêzî 800 STK dibin banê wê de cih digirin, 130 hefte hat guhdarkirin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven diyar kir ku KCD xebateke derqanûnî nekiriye û wiha got: "Hemû xebatên KCD'ê vekirîne, mirovî ne, demokratîk in û civakî ne. Lêgerîna wan a 'rêxistina terorê' bê encam e."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li 25 bajarêwn herêmê bi beşdariya nêzî 800 rêxistinên saziyên sivîl di 26-28'ê cotmeha 2007'an de li Amedê hat damezrandin û li herêmê rêxistina sivîl a herî mezin e. Xebatên KCD'ê yên ji damezrandina wê heta sala 2014'an wekî "derqanûnî" hatin îlankirin. KCD saziyeke ku delegeyên hatine hilbijartin, parlamenter, hevşaredar, endamên meclîsê yên giştî û şaredariyan, keya, partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl û nûnerên hemû beşên mezheb, olî û etnîkî yên herêmê, akademîsyen, rûspî û rewşenbîr jî di nav de hemû beşên herêmê cihê xwe di nav de digirin.

KCD, ji ber di qanûna komeleyan sererastkirinek li gorî wê tuneye bi awayekî fermî serlêdana xwe nekiriye. KCD ji Lijneya Giştî ya ji 850 kedan pêk tê, 101 kes Meclîsa Daîmî ne, 21 kes di Lijneya Rêveberiyê (Koordînasyon) de ne, 5 endamên Hevserokatiya Dîwanê, 3 Berdevk û 2 Hevserokan pêk tê. Lê belê di sala 2014'an de bi guhertina rêgezê di KCD'ê de hin guhertin hatin çêkirin û hejmara delegeyan daxistin 500 kesî, bi hevserokan, lijneya rêveberiyê û Meclîsa Daîmî re derket 15 kesan.

JI BER XWESERIYA DEMOKRATÎK PARAST BÛ HEDEFA DEWLETÊ

Di bin banê KCD'ê de Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan, Komîsyona Ekolojî û Rêveberiyên Herêmî, Komîsyona Îstîhdam û Aboriyê, Komîsyona Xebatên Civakî, Perwerde û Ziman, Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam, Komîsyona Jinan, Komîsyona Ciwanan, Komîsyona Baweriyan, Komîsyona Karê Derve û Dîplomasiyê, Komîsyona Tenduristî û Rêxistinkirinê bi tevehaî 12 komîsyon xebatên xwe dimeşînin û bi guhertina rêgezê ya di 2014'an de ev hejmar derket 13 komîsyonan. Komîsyonên Tenduristî û Baweriyê her yek ji wan bûn kongre. KCD di serî de pirsgirêka kurd hemû pirsgirêkên herêmê yên wekî aborî, siyasî, okolojîk, civakî û çandî ji bo bi rêyên aştiyane bên çareserkirin xebat meşandin û ji ber Xweseriya Demokratîk parast bû hedefa dewletê. Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi lêpirsîna di 2010'an de da destpêkirin, cihê KCD'ê ya li Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat guhadarkirin û ev yek heta nîsan 2014'an ku pêvajoya çareseriyê dihat meşandin berdewam kir.

DOZ HATIN VEKIRIN

Di çarçoveya lêpirsînê de hemû xebat, komxebat, sempozyum, daxuyaniyên çapemeniyê û panelên hatin meşandin kirine sedema darizandinê. Avahiya KCD'ê di navbera 2010-2014'an de 4 salan bênavber ji hêla polîsan ve li ser biryara şopandina fişzîkî û teknîkî hat şopandin û guhdarkirin. Hemû civîn û çalakiyên wê qeyd kirin û di nava wan de rêveberên KCD'ê jî hene bi sedan siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, parêzer, parêzvanên mafên mirovan wekî "biguman"telefonên wan hatin guhdarkirin. Bi biryara dadgehê derbarê van kesan de 130 hefte bi awayekî teknîkî û fîzîkî hatin şopandin. Her wiha kesên hatin KCD'ê jî guhdar kirin û wêneyên ketin û derketina avahiya KCD'ê hatine kişandin. Der barê gelek kesan de doz hatiye vekirin û gelek ji wan hatin girtin û hê jî di girtîgehê de tên girtin.

PIRSGIRÊKAN BI XWE ÇARESER DIKE

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven darizandina xebatên KCD'ê û nîşandan wê ya wekî "derqanûnî" nirxand. Guven diyar kir ku KCD ji bo çareserkirin pirsgirêkên gel û bibie dengê gel hatiye avakirin. Guven da zanîn ku pirsgirêkên herêmê bi rêveberiya xwecihî dikare bi awayekî lezgînî bê çareserkirin û wiha got: "KCD wekî saziyeke fermî û komeleyekê nehatiye avakirin. Ev bi temamî kongereyeke ku li ser daxwaza gel û gel bi xwe di nav de cih digire. Armanca KCD'ê ya ku bibe kongre ev e. Ji ber ku bi tevgere û zûtirîn biyaran digire. Di qanûn heyî de statuya kongreyê bi awayekî fermî tuneye. Jixwe ne hewceye hebe jî û ev yek ne şert e. Lê belê KCD xebatên xwe bi awayekî qanûnî û demokratîk dimeşîne. KCD'ê tu caran xebateke veşartî nemeşandiye. Heta niha me xebatên xwe vekirî meşandiye. Ji ber vê yekê hewceyî bi fermiyetê nedîtiye. Li şûna her tiştî hewaleyî dewletê bike û ji dewletê hêvî bike pirsgirêkan bi xwe çareser dike. Biryarên herêmê radigihîne parlamentoyê. Heke xweseriya demokratîk hebe jixwe kongre vê xebatê dimeşîne."

‘EV DERVEYÎ AQILAN E'

Guven anî ziman ku KCD heta niha gelek xebatên giranbuha meşandiye û ji hêla dewletê ve wekî muxatab hatiye dîtin û wiha domand: "Waliyê wê demê li KCD'ê digeriyan û der barê çalakiyên civakî de nêrînê me girtine. Di pêvajoya çareseriyê de endamê Heyeta ÎmraliyÊ Hatîp Dîcle li ser pêşniyara birêz Ocalan û di çarçoveya agahiya dewletê de çû Cizîrê û bi gel re hat cem hev. Em ji pêvajoyeke wisa de çawa hatin pêvjoyeke bi vî rengî. Yanî duh KCD'ê muxatab digirtin, îro ji hêla darazê ve wekî 'sîwana rêxistiniyê ya rêxistinê' tê nîşandan. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Dixwazin kesên beşdarî xebat û çalakiyên KCD'ê bûne ceza bikin. KCD bi awayekî vekirî hatiye damezrandin û hemû xebatên xwe bi eşkere kiriye. Saziya ku gel xwedî lê derdikeve, bi terorîzmê re nîşandan derveyî aqilan e."

'DÊ POŞMAN BIBIN'

Guven daxuyand ku ew di wê baweriyê de ye ku wê hemû hevalên wan ên tên darizandin beraat bikin û wiha dirêjayî da axaftina xwe: "Wê xeletiya xwe di demeke nêz de bibînin. Saziyeke wekî KCD'ê û saziyên sivîl rûyê tê dîtin ên civakê ne. Dibe ku îro qeyûm şandibin şaredariyan. Dibe ku KCD'ê wekî terorîzmê nîşan bidin. Dİbe ku hevserokê HDP'êd hatibin girtin. Dibe ku siyasetmedarên kurd hatibin girtin. Di demek kurt de hilbijartin pêk were wê ev gel careke din bibie îktîdar. Yên ku îro xwe ji KCD'ê dûr digirin, wê înkar dikin, kesên ku hiqûqa xwe ya bi KCD'ê re înkar dikin dê sibe poşman bibin."

'GUHDARKIRINA KCD'Ê BÊSAMIMIYETA WAN NÎŞAN DIDE'

Guven li ser guhdarkirina KCD'ê jî rawestiya û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Guhdarkirina KCD'ê bêsamimiyeta AKP'ê ya li ser mijara pêvajoya çareseriyê jî nîşan dide. AKP di pêvajoya ku ewê navê pêvajoya çareseriyê lê kiriye de li aliyekê bi Ocalan re hevdîtin pêk dianî û li aliyê din jî digot samimî me. Wextê ku mirov li vê yekê dinêre û guhdarkirina wan a bêhiqûqî ku KCD'ê tîne ber hev bêsamimiyeta wan derdikeve holê."

Deniz Tekin - dihaber