ENQERE - Prof. Dr. Kadir Cangızbay yê li Parka Yogurtçu ya HDP'ê lê Nobeta Wîcdan û Edaletê daye destpekirin çiroka wî ya windabûnê heye, diyar kir ku tenê heviya Tirkiye siyaseta kurd e û wiha got: "Kurd li vir ne mêvan in. Xwediyê esîl yê vê axê ne. Me ermenî tune kirin. Dixwazin kurdan jî tune bikin. Lê kurd pir dibin. Tenê heviya Tirkiye siyaseta kurd e. "
Li Tirkiye piştî OHAL hat îlankirin û hemû eniya muxalif bûn hedefa hikûmetê lêgerîn û dengê ji bo daxwaza edalet, demokrasî û wekheviye zêde bû. Têkildar geşedanên li Tirkiye pêş dikeve Prof. Dr. Kadir Cangızbay, ji dihaberê re nirxand. Cangizbay, ku hêj dema 3.5 salî bu li Parka Yogurtçu winda bû, diyar kir ku li Parka ew lê winda bûye HDP li wir li wîcdan û edaletê digere û wiha got:
"Beşansiya Tirkiye ya heri mezin rakirina destnedayina wekilan e. Yek ji sedemên ku Tirkiye xistiye vi halî perçebûna hezên muxalif e."
KURDAN NEÇARÎ ÇEKÊ DIKIN
Cangizbay anî ziman ku êrîşa li dijî siyasetmedarên kurd ne tenê ji navendekê ye û wiha got: "Êrîş û zextên li ser siyaseta kurd pir alî ne. Sedema vê yekê jî dixwazin siyaseta kurd a legal tasfiye bikin. Ji ber reya siyaseta legal li pêş kurdan tê girtin, kurdan neçarî çekê dikin. Piştî kurdan 99 şaredarî bi dest xist, bi awayekî komî êrîşen li dijî siyaseta kurd zêde bûn. Peyamê didin û dibêjin cihê we di siyaseta sivîl û legal de tune ye. Dibêjin an hûn dê têkevin kontrola siyaseta hikûmetê an jî em dê we di nava siyasete de tune bikin."
Cangizbay, anî ziman ku her tişt bi gotina Serokê Giştî yê MHP'ê Bahçeli ya “Em HDP’ê flu (şolî) dibînin" dest pê kir û wiha got: "Em jî dibêjin ne HDP şolî ye. Çavê te xera be ye ji ber wê tu şolî dibîne. Partiya şolî çawa dibe 6 milyon mirov dengê xwe didiyê. HDP Nûnerê 6 milyon mirov e. Ger ku ev hêz neyê ditin û cihê siyasetê ji kurdan re neyê hiştin, ciwanên kurdan ên bi kelecan, heviya xwe ji siyasetê qut dikin û neçar dimînin destê xwe davêjin çekan. Qatilên herî mezin ev kesên rêya siyasetê li pêş kurdan digirin in."
Cangizbay, destnişan kir ku ev siyaseta îktidarê rê li pêş siyaseta legal, sivîl u demokratîk digire û rê li pêş şer, tundî û aloziyê vedike û wiha berdewam kir: "Rê li pêş ketina meclise digiriin. Destkeftiyên şaredariyan asteng dikin, lê li aliyê din bi navendên hêzên çekdar re dikevin dan û stendinê. Li aliyê din dîsa siyaseta sivil asteng dikin. Ev wisa nabe.
Cangizbay, bal kişand ser çalakiya Nabeta Wicdan û Edaletê ya HDP'ê û wiha got: "Bi hezaran polîsan wekîlên HDP'ê di parkê de dorpêç kirin. Niha heman tiştî li Parka Yogurçu jî pêk tînin. Parka Yogurtçu hêz ez 3.5 salî bûm winda bûm û piştre ez li wê warkê dîtim. Karê wan xerakirin û rê li peşîgirtina siyasetêye. Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê wisa kirin. Piştî 7 hezîranê 150 êrîş pêk anîn. Li Giyadînê listikek pir qirej listin. Xwestin însanen wir leşkeran bikujin. Piştre têxin sutuyê HDP'ê. Xwestin millet bînin lîstikê û rakin ser piyan. Leşker avetin nava kuştine. Lê mirovên xweşik leşkerên birîndar bi sedyeyan rakirin nexweşxaneyê."
Cangizbay, destnîşan kir ku kurd heviya vî welatî ne û wiha got: "Li gel her tiştî tevgera kurdan û siyaseta kurdan heviya vî welatî ne. Her kes kurdan wekî heviya vî welati dibine. Ji ber van bûyeran ez her şev kabûsan dibînim. Kurd ne mêvani wî welati ne. Kurd ji derve nehatine vi welatî. Esil xwediyê vî welatî kurdin."
Kenan Kırkaya – dihaber