Gelê Sûrê: Xaniyê me bi serê me de xera dikin kes nabine

AMED – Li taxên Alipaşa û Lalebey yên navçeya Sûrê bêyî tedbîrên ewlehiya talûkeyên xerakirinê bistînin ketober xaniyan xera dikin.
Gelê Sûrê bertek nîşanî vê rewşê dan û diyar kirin ku dema xera dikin jî xaniyan bi ser serê wan de xera dikin û dê dibin xirbeyan de bimînin.

Hikûmetê piştî biryara îstîmlaqa Sûrê stend biryar da ku xaniyan xera bike. Tevî gel nerazîbûn nîyan da û îtîraza hiqûqî kirin jî xerakirina taxan didome. Raydarên hikûmetê niha li taxên Alipaşa û Lalebey yên navçeya Sûrê xaniyan xera dikin. Rayedar dema xaniyan xera dikin jî bêyî tedbîrên ewlehiya talûkeyên xerakirinê bistîne ketober bi kepçeyan xaniyan xera dike. Şêniyên taxê ku li dijî xerakirinê di ber xwe dan û nerazibûn nişan dan, diyar kirin ku xaniyên wan bi ser wan de xera dikin û ditirsin ku di bin xerabeyan de bimînin.
Rayedaran ji bo ku welatî xaniyên xwe û warê xwe terk bikin û biçin zor li wan kir. Lê welatiyan cih û warê xwe terk nekirin û di ber xwe didin. Ji ber ku xanî terk nekirin av û ceyran ji ser wan qut kir. Lê ji ber ku dîsa welatiyan xanî terk nekirin vê carê tevî welatî di malên xwe dene jî xaniyan bi ser wan de xera dikin.

Rayedaran di 02'ê tebaxê de dîsa li kolana Sîmurg a taxa Lalebey saet di 15.00'an de av û ceyran ji ser welatiyan qut kir û zor li welatiyan kirin ku xaniyê xwe vala bikin. Lê ji ber ku welatiyan xaniyên xwe vala nekirin, rayedaran vê carê tevî ku welatî di malên xwe dene dest bi xerakirinê kirin.

Dema xerakirinê dest pê kir gelek maşîneyên zirxî yên tîmên taybet ewlehiya kamyon û kepçeyan digirin, lê dema xanî tên xerakirin ewlehiya welatiyên ku xanî bi ser wan de tê xerakirin nayê girtin.

Şêniyê Taxa Lalebey yê di apartmana Yavuz de dijî Suat Sirek, diyar kir ku li gel ku li taxa wan hêj pêvajoya hiqûqî didome jî xaniyên wan tên xerakirin û wiha got: "Beyî li qanûn û nîzanê guhdar bikin hatin ber deriyê me. Ji bo xaniyên me xera bikin her roj zextan li me dikin. Dema xaniyên derdora me xera dikin tu tedbîran nastînin. Yekîneyên xerakirinê hatin dîsa gef li me xwarin û gotin "Heta cotmehê dema we heye. Heta wê demê hûn vala nekin em dê xera bikin. Hatin xaniyê tenişta min xera kirin. Dema xanî xera kirin zarokê min li hundir bûn. Êdî mirovahî nemaye. Bila dunya alem dengê me bibhîzin.

Şeniya Taxê Sultan jî anî ziman ku xaniyan xera dikin û bermahiyên xerakirinê li orta kolanê rodikin û rê li wan tê girtin û wiha got: "Dema ez di kolanên mala xwe de dimeşim ez bi tirs dimeşim. Ez ditirsim ku dema xaniyan xera dikin kevir bi ser serê min de bikeve. Kes dengê me nabihîze. Em naxwazin mala xwe terk bikin. Xaniyê me bi serê me de xera dikin. Lê kes nabîne."