COLEMÊRG – Li Geverê qedexeya derketina derve 79 roj dewam kir. Li navçeyê li ge OHAL û qedexeya îmarê jî jiyan û înşa jî dewam dike. Qismek malên zerar dîtin hatin çêkirin. Şêniyên navçeyê ji sedî 90 vegeriya û bi hevkariya hev xebatên înşayê didin meşandin.
Li navçeya Gevera Colemêrgê di 13’ê adara 2016’an de “qedexeya derketina kolanan” hatibû îlankirin û 79 roj qedexeyê dewam kiribû. Di qedexeyê de li navçeyê ziyanek mezin pêk hatibû û ji kargeha heta xêniyan hatibûn xerakirin. Li taxên Cumhuriyet, Gungor, Mezarlik, Orman, Eskî Kişla û Esentepe li gel Rewşa Awarte û qedexeya îmarê jiyan û înşakirin jî dewam dike. Li navçeyê 16 hezar mal zerar dîtibû û qismek van xêniyan hatin çêkirin. Ji sedî 90 şêniyên navçeyê vegeriyan û bi hevkariya hev çareseriyê ji hemû ziyan û zerarê dibînin.
HER DEVER KIRINE QEREQOL
Ji nokteya kontrolê ya Yenî Kopru bigire heta kolanên taxan li her deverî qereqol û nokteyên polîsan avakirine. Li her nokteyê maşîneyên zirxî hatine bicihkirin û çûn û hatina maşîneyên zirxî bê rawestan e. Rê û kolanên ku derdikevin derveyî navçeyê û diçin gundan hemû kirine qereqol an jî nokteyên polîsan hatine avakirin. Di van nokteyan de lêgerîn û kontrolkirina nasnemeyan mirovan diêşîne. Carna ev lêgerîn û kontrolkirin bi saetan didome. Serdegirtina malan halek rutin girtiye, derî û şibak tên şikandin û dikevin malan. Welatiyan binçav dikin. Her şev liv û tevgera helîkoptêran bênavber didome û dixwazin gelê navçeyê bêzar bikin.
DU TAXÊN HILWEŞANDÎ
Li navçeyê herî zêde li taxa Cumhuriyet û Gungor rûxandin pêk hatiye û her avahî rastî êrîşên dijwar hatine. Avahiyek saxlem nemaye. Her du tax ên herî mezinin û bi roj bêdengî lê serdeste.
ÇEP Û RAST AVAHIYÊ HILWEŞANDÎ DISEKININ
Beriya qedexeyê taxa Gungorê yek ji taxên herî şên û xweş bû, lê niha ji biliî xurdevanan û girên molozan tu kes tuneye. Li navçeyê gelek avahî şewitî ne û gelek jî qul qulî bûne. Di nava taxê de hin kes guh nadin qedexeyên îmarê û balkêşe ku avahiyên xwe ji nû ve înşa dikin. Welatiyên hatine malên xwe înşa dikin hin ji wan di konan de dimînin û hin jî ji wan odeyek saxlem ku mabe dimînin.
18 KES DI KÎLERÊ DE NE
Li kolanan kevir li ser kevirê nemaye û li gelek nokteyên taxê alav û amûrên înşatê tên dîtin. Di Kolana 240’emîn a taxê di nav kavilên xerabe de baxçeyek sebze û darên sêva balê dikişine ser xwe. Li vê kolanê yek ji malbatê vegeriyaye jî malbata Kaya ye. Malbata Kaya li gel germa nîvro jî dixebitin. Abdullha Kaya (51) yê ku bi kedek mezin baxçeyê xwe xwedî dike ji aliyekî dîwarên xerabeyî nîşan dide û dibêje: “Wisa ne nêrin ev rojên me xweşin. Em ê hin bêtir baştir bibin.” Bi van gotinan biryar û baweriya tîne ziman. Kaya destnîşan kir ku saleke 18 kes di kîler û mitbexa li nav baxçeyê xwe çêkiriye de dimînin û wiha pê de çû: “Beriya payîz bê divê ez karê xwe xelas bikim. Gelek amûr û alavên me şewitîn. Xalîçeyên ku keçikên min bi destê xwe çêkirin şewitandin. Zarok min teselî dikin. Dibêjin em ê ji nû ve çêbikin.” Kaya bi van gotinan hemû xemgîniya xwe radixe ber çavan.
MALA GEL Û DIBISTAN DEM Û DÛZ KIRINE
Li taxa Cumhuriyetê jî gelek avahî hatine şewitandin û hilweşandin. Hin rê veguherîne xacerêkan û di çûn û hatinê de mirov zehmetî dikişinin. Li Cumhuriyetê jî heman dîmenên kavilkirî, alav û amûrên înşatê û xurdevanên li ber xerabeyên avahiyan sekinîne derdikeve pêşberî mirovan. Gelek avahiyên ku beriya qedexeyê bi kedek mezin hatibûn çêkirin niha xerabuyî ne û toz jê bilind dibin. Avahiya Mala Gel a Taxa Zagrosê ya ku di 2014-2015’an de ji aliyê şaredariyê ve hatibû çêkirin û avahiya dibistana Seretayî ya Valî Gurbuz Erdogan jî dem û dûz bûye. Li taxê hêj pirsgirêka avê heye û welatî ji bo ava paqij diçin gundên derdorê.
‘MIN RÊYA MALA XWE NEDÎT’
Jinek extiyar li taxê digere û wiha dibêje: “Piştî qedexeyê ji bo ez biçim mala xwe, ez hatim vê noqkteyê lê bi tu awayî min rêya mala xwe nas nekir. Ez rûniştim û giriyam. Min xwe re got qey min rê şaş kiriye. Pişt re kesên di rê de derbas bûn min wan şopand û min cihê mala xwe dît. Berê ji avahiyan me tav nedidît û her der tije mirov bûn. Lê niha mixabin ji bilî kavilên avahiyan û tozê tiştek nîne.”
ŞOPÊN ÊRÎŞAN DISEKININ
Di têketina taxa Ormanê de goristana ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat rûxandin balê dikişîne ser xwe. Her çiqas goristan ji aliye şêniyên taxê ve hatibe çêkirin jî lê şopên êrîşan hêj xuya dikin.
DIBISTANAN KIRINE QEREQOL
Gelek dibistanên taxa Cumhuriyetê veguherindine qereqolan û bi bariyeran hatine dorpêçkirin. Li Tepeyê Şahîn Parka Malbatan a Musa Anter ku di sala 2012’an de ji aliye şaredariya DBP’î ve hat avakirin, niha bi maşîneyên zirxî û bariyerên beton hatiye dorpêçkirin. Kesê nêzî parkê jî dibin rastî gefên polîsan tên.
POLÎS ÇAY, ŞEKIR Û CIXAREYAN DESTER DIKIN
Ji ber ku Deriyê Sînor ê Bajêrgeh bi mehane girtî ye esnafên li navçeyê bazirganiyek tengasî derbas dikin. Li navçeyê çay, şekir û cixare ji aliyê polîsan ve tên desteser kirin û bi hinceta “Qaçaxe” tên berhevkirin. Esnafên navçeyê ji ber pêkanînên OHAL’ê îlelah dikin û her roja ku diçe rewşa wan xerabtir dibe. Esnafên navçeyê li dijî hemû pêkanînên xerab ên polîtîkaya şer kul i ser wan tên ferzkirin bi bertekin û nerazîbûn li dijî pêkanînên polîsan ku bi ser dikanên esnafan ve digirin nîşan didin.
Nîmet Olmez - dihaber