AFAD’ê piştî bertekan xwest êzîdî qeydên xwe çêkin

MÊRDÎN – Rêveberiya kampa AFAD’ê ya Midyatê li ser bertekan û çeyên hatin çêkirin paşve gav avêt û ji 4 êzîdiyên ku ji kampê avêtin xwest qeyda xwe çêkin. Afasê xwest di 3 rojan de ji bo qeydan daxwaznameyê binivîsin û dê piştî 3 rojan bersivê bidin.

Beşek welatiyên êzîdî yên ji ber êrîşên DAÎŞ’ê ji Şengalê hatin Tirkiye li Amedê bi cih bûn. Piştî walîtiyê êzîdî ji kampa Fidanlik a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derxistin, di 5’ê çileya 2017’an de li qampa AFAD’ê ya Midyat a Mêrdînê bi cih kirin. Êzîdiyên wê demê derbasî Iraqê bûn û qeyda xwe li kampê çênekiribûn piştre hatin kampê. Lê rayedarên AFAD'ê ji 50 êzîdiyên qeyda wan tune ji wan xwest ku heta 3'ê Tebaxê kampê vala bikin û di 31'ê Tîrmehê de 4 welatiyên êzîdî bi zorê j kampê derxistin. Ji 50 kesan 4 kes bi zorê derxistin û ev yek rastî bertek û nerazîbûnan hat. Li ser bertekan û nûçeyên di çapemeniyê de derket 4 kesên hatin avêtin dîsa girtin kampê û xwest heta 3 rojan daxwazname binivîsin. RAyedarên AFAD'ê ji 4 kesan xwest di 3 rojan de ji bo qeydan daxwaznameyê binivîsin. Piştî 3 rojan dê bersîvê bidin. Welatiyên êzîdî li benda bersîvê ne. Welatiyên êzîdî dê ji bo nûkirina qeyda xwe serî li Gerînendetiya Bajar a Daîreya Koçberiyê ya Mêrdînê bidin.