Nobeta Wîcdan û Edaletê di roja sêyemîn de didome

STENBOL - Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê destpê kiriye di roja 3'emîn de berdewam dike.

Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku di 25'ê Tîrmehê de li Amedê dest pê kirin û di 1'ê Tebaxê de li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê berdewam kirin, di roja 3'emîn de didome. HDP'ê bi şîara "Em ranawestin, em dê bidin rawestandin. Em faşizmê rawestînin" dabû destpêkirin piştî Amedê li Stenbolê berdewam dikin. Wekilên HDP’ê yên di nobetê di li Parkê heta derengê şevê niqaş meşandin. Bi şev nobet hat girtin û ewlehiya parkê girtin. Heta serê sibê derdora parke jî bi barîyer, TOMA û maşineyên zirxî jî hat dorpêçkirin.

Wekilên di nobetê de serê sibê dîsa bi paqijiya derdorê û sporê dest bi rojê kirin.

Bernameya îro wisa ye:

11:00 - Civîna çapemeniyê (Sırrı S. Onder)

12:00 - Ziyareta Komeleyên Hemwelatiyan

13:00 - Ziyareta saziyên elewiyan,

16:00 Ziyareta KESK'ê