AMED – Bertek û nerazîbûnên li dijî pêşnûmeya ku destûra marê dide muftuyan zêde dibe. Seroka Navenda Pêkanîn û Piştevaniya Mafên Jinan a Baroya Amedê Prz. Asli Pasinli, têkildarî pêşnûmaya ku destûra mahrbirînê dide muftiyan diyar kir ku bi vê zagonê rê li pêş zewaca zarokan vedike û hêzê dide tacîz û tecawizkaran.
AKP'ê pêşnûmaya guhertina di Zagona Xizmetên Nifûsê de û xala ku destûra zewac û mahrbirînê dide muftiyan di meclîsê re derbas kirin. Navenda Mafên Jinan a Baroyên Amed, Wan, Êlih û gelek baroyên din têkildarî guhertina di Zagona Xizmetên Nifûsê de, bertekên xwe anîn ziman. Parêzerên jin diyar kirin ku ew vê guhertinê qebûl nakin û xwest tu saziyên jinan qebûl nekin. Seroka Navenda Pêkanîn û Piştevaniya Mafên Jinan a Baroya Amedê Prz. Asli Pasinli, diyar kir ku li gorî xala 5'an a pêşnûmayê, ji xeynî zarokên ku yekîneyên tenduristiyê wan biwelidîne, malbatên wan tenê bi devkî serî li midûrê nifûsê bide bes e. Pasinlî, fikarên xwe anî ziman û wiha got: “Zarokên rastî îstîsmarê bên karin bi fermî serî li personelên tenduristiyê nedin jî. Dema ev mecbûriyet rabe, şopandina welidandina zarokên rastî îstîsmarê tên dê dijwar bibe. Ev yek dê ser istîsmarê jî bigire. Gelek zarokên rastî îstîsmarê bên dê mijarê nebin darazê. Her wiha dê bi vê yekê rê li pêş zewaca zarokan veke. Ev yek rê rê li pêş zewacên bê qeyd veke û zewacên bê qeyd dê zêde bibe.
Pasinlî fikarên der barê xala 31'an a pêşnûmayê de jî parve kir û wiha got: “Li gorî vê guhertinê, sincê tevahî ji welatiyan dixwaze. Dê bi vê yekê gelek destkeftiyên jinan ji destê wan bê girtin. Li gorî peymanên navneteweyî ku Tirkiye îmze kiriye jî nayê qebûl kirin. Em jî vê yekê qet qebûl nakin."
Pesînlî, anî ziman ku di Zagona Medenî de tu eleqeya diyanetê bi mahrbirînê û zewacê tune ye û wiha got: "Berê jî pêşnûmaya ku dixwazin zarok û jina rastî tecizê hatine bi tecawizkarên wan re bizewecîne anîn rojeva meclîsê. Lê ji ber bertek û nerazîbûnê saziyên jinan û cemaweriyê ev pêşnûma paşve kişandin. Dîsa li Bûrsayê xwestin vagonên trênê yên jin û mêran ji hev cuda bikin û yên jinan pembe girê bidin. Piştî OHAL'ê gelek saziyên jinan hatin girtin. Niha li dijî vê pêşnûmaya ku pêşkêşî meclîsê kirin gelek bertek hene. Bertekên heyî nîşan didin ku her çend saziyên jinan ben girtin jî jin çalak û bi tevger in û dê destûr nedin ku ev pêşnûma bibe zagon. Dema meclîs vebe jî em dê saziyên jinan û rêxistinên jinan li dijî vê pêşnûmayê berte kû nerazibûnên xwe bînin ziman û em destûr nadin vê yekê.
Pasinlî, zanîn ku ger pêşnûma bê erêkirin û erka marhbirînê têkeve destê muhtiyan dê rê li pêş zewaca zarokan bê vekerin û hêzê bide tacîz û tecawizkar û wiha got: "Ev guhertin dê rê li pêş zewaca zarokan, mahra mele veke. Dîsa tê hêz û wêrekiyê bide tecawizkaran. Dê mexdûriyetê zêdetir bike. Em wekî parêzer û parazvanên mafên mirovan destûr nadin vê yekê û dê her dem li diji vê yekê têbikoşin."
Pasinlî, herî dawî anî ziman ku ev guhertin li dijî peymana STnebolê ku Tirkiye jî bûye alî ye.