‘Ocalan’ roja fermanê li Çiyayê Şengalê hat dinê

ŞENGAL – Roja ku DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir malbatek êzidî gihîşt çiya û zarokê wan çavê xwe li jiyanê vekir. Malbatê navê Ocalan li zarokê xwe danî. Dayika Ocalan, Heyat Hecî wiha got: “Çimkî wan me rizgar kir. Me çavê xwe carek din bi wan li dinyayê vekir.”

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi ser war û cihên pîroz ên êzidiyan Şengalê ve girt û êrîş kir. Bi deh hezaran êzidî ji ber êrîşan xwe avêtin Çiyayê Şengalê. Piştî ku PKK’ê hin komên HPG’ê, YJA Star û YPG û YPJ’ê gihîştin Şengalê çûyîna DAIŞ’ê ya ber bi çiyayê Şengalê pêşî li wan girtin. Di encama têkoşîn û berxwedana van hêzan de korîdora mirovî hat vekirin û bi sed hezaran êzidî hatin rizgarkirin.

Li warê êş û kulan li Çiyayê Şengalê gelek zarok û mezin ji tîna jiyana xwe ji dest dan. Gelek pidik çêbûn û çavê xwe li jiyanê vekirin. Dayika 3 zarokan Heyat Hecî jî wek her jinek êzidî ji komkujiyê reviya û li Çiyayê Şengalê welidî. Hecî roja fermanê zarokê çaremîn anî dinê. Bi boneya ku HPG’ê ew rizgar kirin navê Ocalan li pidikê xwe dike.

OCALAN LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ HAT DINÊ

Heyat Hecî wiha behsa rojên 3 sal berê ku bi zor derbas bûn kir: “Dema DAIŞ’ê êrîş kir saet 06.00 bû. Hêza ku li dijî wan şer bike tunebû herkes reviya çiya. Gel ji Girzerik, Sîba, Til Benat, Til Qesap û Şengalê herikî çiyê. Jinên ciwan ji bo nekevin destê çeteyan xwe di zinaran de diavêtin. Gelek mirovên extiyar jî ji bêaviyê jiyana xwe ji dest dan. Zarok li çiyê dihatin dinyayê. Kesê ku parastina me bikira jî tune bû. Pêşmergê hebûn ew jî reviyan. Em 5 rojan li Çiyayê Şengalê man. Piştî 5 rojan PKK gihîşt me. Rê vekir û me rizgar kir. Tene min mirinê dît xwarin û av tune bû. Pidikê min li Çilmêra Geliyê Dêra Êzid hat dinê. Roja 3’ê Tebaxê zarokê min çêbû. Me jî navê wî danî Ocalan.”

Heyat Hecî bersiva pirsa “We çima navê Ocalan li zarokê xwe kir?” wiha da: “Çimkî wan me rizgar kir. Me çavê xwe carek din bi wan li dinyayê vekir.”

Selamî Aslan - dihaber