Onder: Em dê rûhê Gezî ji nûve zindî bikin

STENBOL - Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureya Onder, diyar kir ku Parka Yogurtçu di berxwedana Gezî de cihekî xwedî taybet e û ew dê ruhê Gezî, di çalakiyên nobetê de ji nûve zindî bikin.


Nobeta Wîcdan û Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parka Yogurtçu di roja 3'emîn de berdewam dike. Parlamenterê HDP’ê Sırri Sureyya Onder, ku nobetê digire, tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, berxwedana Gezî û kuştina zarokê Kobanê yê Polîsan bi maşîna zirxî li Okmeydani qetil kir nirxand.

Onder, diyar kir ku di demokrasiyê de ger ku wîcdan û edalet tune be nabe û wiha got: "Ger ku wîcdan û edalet tune be rojane bandorek neyînî li ser jiyanê dike. Ewil li Amedê û niha jî li parka Yogurtu protokola Girtîgeha Ewlehiya Wê bilind xistin meriyetê û çalakiya me dorpêç kirin. Nîşaneya vê ya ewil tirsa wan a ji çalakiya me nişan dide. Zinani ku êdî zilma dikin nayê rakirin. Ji ber vê yekê yekê tecrîd û îzalosyanê dixin meriyetê. Rê li trafîkê digirin û dixwazin bertekên welatiyan a li dijî me zêde bikin. Li vir polîtîka û protokola Girtigeha Ewlihiya Wê bilind dixin meriyetê. Çawa li girtîgehekê xizmek diçe hevdîtina girtiyekî li vir jî welatiyê dixwaze bê me ziyaret bike di heman lêpirsîn, lêgerîn û protokolan re derbas dibe."

‘JI PIŞTEVANIYA GEL DITIRSIN'

Onder, destnîşan kir ku bi vê dorpêçê rastiya xwe ya pêkenok bêtir radixin ber çavan û ji piştevaniya gel ditirsin. Ne bandora 60 kesan, bandora kesekî jî bi hazî hêza 60 milyon kesan e. Ew zêde bi şopa kesan û hêjmarê dikevin. Em zêde bi şopa jimarê nakevin. Ji bo me ziyaret û piştgirî gelek girîng e. Ziyareta CHP'ê bi qîmet û watedar e. Piştevanî û yekîtiya li dijî zilmê dê hêzê bide demokrasî û demokratîkbûnê. Hebûna CHP'ê ya li vir hêviya em sibê bi hevre têbibikoşin mezintir dike."

'EM DÊ RUHÊ GEZÎ ZINDÎ BIKIN'

Onder, destnîşan kir ku ew dê bi çalakiyên Nobeta Edaletê ruhê Berxwedana Parka Gezî ji nûve zindî bikin û wiha got: "Wekî Parka Gezî Parka Yogurtçu jî ji bo berxwedanê pir girîng e. Em dê li vir bi nobetên Wîcdan û Edaletê ruhê Gezî ji nûve zindî bikin.

JI BER NAYÊN CEZAKIRIN OSO HAT QETILKIRIN

Onder bal kişand ser kuştina zarokê 8 salî yê Kobane Raşid Oso jî û wiha got: "Em li dijî van kuştinan edaletê dixwazin. Ji bo em tunebûna edaletê bidin xuyakirin em van çalakiyan pêk tînin. Ji bo edalet cihê xwe bibîne û her kes zanibe ku edalet tune em têdikoşin. Kuştina vî zarokê encama polîtîkayên AKP’ê yên şer e. Dibêje 'Ez dewlet im ez dê bikujim. ez dewlet im ez dê sirgûn bikim. Ez dewlet im ez dê îxrac bikim û bêdeng bikim' Ev li dijî wîcdan û edaletê ye."

'TECRÎDA OCALAN ROJEVA ME YA SEREKE YE'

Onder da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin rojeva wan a sereke ye û wiha got: "Nêzîkatiya li hemberî Birêz Ocalan nêzîkatiya li hemberî aştiya vî welatî û jiyana hevpar a li vî welatî ye. Niha dewletê rojeva aştiya bi kurdan re ji xwe dûr xistiye. Hem xwe ji vê rojevê dûr xistiye û hem jî ji pirsgirêkên gel dûr xistiye. Hem zilmê dike û hem jî paradigmaya şer û tecrîdê xistiye rojeva xwe. Nîşaneya vê polîtîkaya dewletê ya şênber tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Rewşa Ocalan rojeva me ya sereke ye. Li Tirkiye daxwaza aştiyê bêyî azadiya Ocalan ne pêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve divê beri her tiştî Ocalan azad bibe û bi Ocalan re muzakere bê kirin. Divê ewlehiya Ocalan bê girtin. Dema pêvajoya aştî û muzakereyan dest pê kir, nêzîkatiya li hemberi Ocalan bi hurmet û rêzdar bû. lê piştî ev pêvajo xera bû, ev nêzîkatî hat guhertin û şer dest pê kir. Pergala li Îmraliyê tê meşandin li dijî sinc e. Pergalek faşizan û dij mirovahî ye. Tecrîd ne rê û çareserî ye. Ger ku çareserî astengkirina li pêş Ocalan û tecrîd be êdî pir deng e. "